www.amude.com - navenda çanda kurdî


02.11.2003 - 20:53

Kurtejiyana siyasetvanê kurd Kemal Ehmed


>> Alboma wêneyên Kemal Ehmed


>> Wêneyên xatirxwestina ji K. Ehmed

QAMIŞLO (amude.com) - Berî heft salan, di roja 03.11.1996ê de, sekretêrê giştî yê Partiya Demoqrat a Kurdî li Sûryayê (El-Partî) Kemal Ehmed di bûyereke trafîkê de çû ser dilovaniya xwe. Bi mirina Kemal Ehmed, Tevgera Kurdî li Sûryayê siyasetvanekî hêja winda kir.

Kemal Ehmed di sala 1939ê de li bajarê Serê Kaniyê li Başûrê-Rojavayî Kurdistanê ji dayik bû. Ew biçûktirîn endamê malbata xwe bû, ya ku ji herêma Botanê li Bakurê Kurdistanê binxetî bûbû. Piştî ku wî xwendina xwe li bajarê Qamişlo bi dawî anî, Ehmed xwe di fakulteya yasa li zanîngeha Helebê qeyd kir. Lê ji ber rewşa malbata wî ya aborî, ew mecbûr dibû ku bi xwendina xwe re li bajarên Qamişlo û Dêrikê kar bike.

Kemal Ehmed di sala 1958ê de kete nav rêzên 'Partî' (Partiya Demoqrat a Kurdistan li Sûryayê). Di sala 1977ê de, ew ji bo endametiya komîteya navendî û herweha bîroya siyasî ya partiyê hate helbijartin. Piştre û di sala 1978ê de, ew bû sekretêrê partiyê. Di kongireya Partî ya 7an de, Kemal Ehmed bû sekretêrê giştî.

Di sala 1989ê de, Kemal Ehmed li gel Fuad Elîko û Hemîdê Hecî Derwîş ji aliyê Tevgera Kurdî li Sûryayê ji bo ketina perlemana sûrî hatin helbijartin.

Di sala 1992ê de, Ehmed roleke giring di damezirandina Hevendiya Demoqrat a Kurdî li Sûryayê de lîst.

Di 03.11.1996ê de, Kemal Ehmed li serê komîteyeke ji Hevbendiyê civîneke li gel berpirsiyarên rêcîma Sûryayê li ser pirsgirêkên Kurdan pêk anî. Di rêya vegerê de, otomobîla wî di bûyereke trafîkê de qulipî û wî û hevalê wî endamê bîroya siyasî ya Partiya Çep a Kurdî li Sûryayê Şêxmûs Yûsiv jiyana xwe winda kirin.

Kemal Ehmed bi jin bû û 5 zarokên wî hene.



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]