www.amude.com - navenda çanda kurdî


04.11.2003 - 15:53

'El-Partî' sekretêrê xwe yê berê Kemal Ehmed bi bîr anî


Kemal Ehmed
QAMIŞLO (amude.com) - Bi boneya borîna 7salan ser mirina sekretêrê giştî yê berê yê Partiya Demoqrat a Kurd li Sûryayê (El-Partî) Kemal Ehmed, doh li Qamişloyê 'El-Partî' bi beşdarbûna cemawereke mezin ji heval û dostên şehîd û nûnerê Partiya Demoqrat a Kurdistana - Iraq û nûnerên hêzên niştîmanî yên kurdî, erebî û aşûrî civîneke bibîranînê li dar xist.

Di destpêka civînê de, amadebûyn xuliyeke bêdeng ji bo rêzgirtina canê şehîdên kurd û Kurdistanê û bi taybetî Mele Mistefayê Barzaniyê û Kemal Ehmed û hevalbendê wî Şêxmûs Yûsiv rawestiyan. Piştre, endamê polîtbîroya 'El-Partî' Ebdilrehman Alûcî gotina partiya xwe xwend û tê de li ser xebat û têkoşîna şehîd Kemal Ehmed sekinî û rola wî di parastina rêbaza Barzanî di nav rêxistinên partî û miletê kurd li Sûryayê de û her weha li rola wî di lihevnîzîkirina Tevgera Kurdî li Sûryayê de û bi taybetî di damezirandine hevbendiyan de rawestiya.

Dûra, Beşîr El-Hibil gotinek ne nivîsandî bi navê havalên Kemal Ehmed ên ereb xwend, tê de bi berfirehî li ser ser qenciyên rehmetî û rola wî di biraytiya kurd û ereban de rawestiya. El-Hibil da xuyanî kirin, ku Ehmed kesayetiyeke bi nav û deng bû, û yek ji mirovên navneteweyî di cîhanê de dihate hejmartin.

Piştre, gotina malbata şehîd ji aliyê Xalidê kurê rehmetî hate xwendin. Xalid bi xurtî li ser pêwîstiya yekbûna rêzên partî ji bo pêkanîna hêvî û armancên ku rehmetî kar ji wan re dikir rawestiya, û dûpat kir, ku her tim malbata şehîd Kemal li aliyê rastiyê û heqiyê sekinye û wê her tim bisekine.

Hin wêneyên çalakiya bibîranînê:








  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]