www.amude.com - navenda çanda kurdî


04.08.2003 - 23:57

Kemal Burkay: Ez neçûme Tirkiyeyê û li Stokholmê li mala xwe û li ser karê xwe me

DORTMUND (amude.com) - Îro li Elmanyayê, nivîskarê kurd Fuat Akpinar nivîseke dirêj belav kir û tê de îdia dike, ku sekreterê giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Kemal Burkay çûye Tirkiyeyê û li wê derê bêhnvedana (tatîla) xwe derbas dike. Li ser vê yekê, Burkay daxuyaniyek belav kir û ew jî ev e:

Di Derheqa Xebereke Derew da

Rojnama Akşamê ku li İstembolê derdikeve, roja 4’ê Tebaxê (2003) xebereke derew belav kir. Di vê xeberê da tê gotin ku ez sê roj berê bi dizî derbazî Tirkîyê bûme û dixwazim ji qanûna teze ya bi navê ”Vegera Mal” îstîfade bikim û li benda weşandina vê qanûnê me.

Ev xeber serbiser derew e. Ez li Stokholmê li mala xwe û li ser karê xwe me. Du meh e ku ji Stokholmê ne çûme derekî din. Hevrêyên min ên Partîyê jî, nas û dostên dinê jî hemû vê yekê dizanin.

Di derheqa “Qanûna Vegera Mal” da jî raya min eşkere ye. Min gelek caran di derheqa wê da nivîsand û beyan jî derxist. Ev beyan îro jî di malpera me ya www.kurdistan.nu da heye.

Ev ne efeke giştî ye, qanûna poşmanîyê yeke teze ye, dîsa wek hîle û dafik e. Xizmeta aşitîya civakî nake. Ji xwe ne di derheqa me da ye, dixwaze hêzên PKK-KADEK’ê belav bike.

Min di jîyana sîyasî da tiştekî xirab ne kirîye ku jê poşman bim. Min bi salan ji bo azadîya gelê xwe û ji bo sosyalîzmê, ji bo rizgarîya bindestan kar û xebat kir. Ez ji vê yekê serbilind im.

Dewleta Tirk rîya sîyasetê ji bo me venekirîye û nîyeta xwe tune ku veke. Vekirina vê rê bi naskirina azadî û serbestîyeke rastî ji bo heqê raman û rêxistinî dibe. Di rewşeke han da helbet ez jî dixwazim vegerim welat û kar û xebata sîyasî li wir bikim. Lê tiştê ku tê kirin ne ev e. Xebata me çiqas bi rê û olaxên aşitîxwaz be jî, dewleta Tirk naxwaze rîya sîyasetê ya legal li pêş me Kurdan veke. Di vî warî da asteng û cezayên giran berdewam in.

Yê ku divê poşman bin û lêborînê bixwazin ew karbidestên dewleta Tirk in ku ewqas zor û zulm li me kirine.

Bi raya min, ev xeber berhemê dewleta Tirk ya “kûr” e ku dixwaze bi van derewan xelkê bixapîne. Dereweke han ji bo wan ne cara pêşîn e, di demên borî da jî gelek derewên usa derxistin.

Divê raya giştî li himber derewên han gelek hişyar be.

Kemal Burkay
Sekriterê Giştî ya Partîya Sosyalîst a Kurdistan
4 Tebax 2003



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]