www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nûçeyan rûpela destpêkê

09.11.2002

Keçeke kurd li Fînlandiyayê bi kuştinê têt tehdît kirin

Husein Muhammed - Fînlanda

HELSÎNKÎ (KK) - Gef û hereşe û tehdîdên li keç û jinên kurd didomin. Niha keçek kurd li Fînlandayê ji malbata xwe reviye ji ber ku dêbavên wê mêrek jê re peyda kiriye, lê keçik naxwaze pê re bizewice.

Keçika xwe bi navê "Meryem" daye nasîn, beşdarî bernameyek radyoyî ya bi navê X3M bû û diyar kir ku ew ji malê reviye ji ber ku dêbavên wê li ber in ku wê bikujin heke bi ya wan neke.

- Ez naxwazim bi kesek wisan re bizewicim ê min nedîtiye û ne jî ez jê hez dikim, Meryemê got bernameyê. -

Ji ber sedemên ewlehiyê, nasnavên keçikê nehatin diyar kirin û agadarî nehatin dan ka ew li kudera Fînlandayê dijî. Dengê wê jî hatibû manîpûle kirin da ku kes wê nenase. Lê agadariyên di dest me de hene pesend dikin ku ev gef û hereşeyên wê ne tinaz û henek in ku kesek dixwaze bike.

Piştî belavbûna vê nûçeyê, wezîrê karûbarên hindirîn Ville Itälä û wezîra karûbarên civakî Eva Biaudet ragihandin ku ew dê ji dil vê mijarê vebikolin û hertişta gengaz bikin da ku keçikê biparêzin.

Hejî gotinê ye ku di van du salên dawîn de gelek malbatên kurd li welatên Skandinavyayê gef li keçên xwe xwarine ji ber ku keçikên wan ji ber sedemekê yan yek din "ne li gor daxwazên dêbavên xwe dijîn".

Çavkanî: Kerkûk Kurdistan e

Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]