www.amude.com - navenda çanda kurdî


19.07.2003 - 02:25

Kanî Yilmaz: PKK demoqrasî î û istiqrar bir Sûryayê

Kanî Yilmaz
(kurdishobserver)
S.H.Berko - DORTMUND (amude.com) - Endamê Meclisa Kadek Kanî Yilmaz doh di bernameyeke Medya TV de ragihand, ku hebûna serokatiya PKKê li Sûryayê bûbû sedema demoqrasiyê li Sûryayê û guhertina siyaseta rêjîma sûrî li hemberî Kurdan. Lê piştî mirina Hafiz El-Essed, wiha Yilmaz, demoqrasî li Sûryayê nema.

Yilmaz bi telefonê beşdarî bernameyeke taybetî li ser Sûryayê û Kurdên Başûrê-Rojavayî Kurdistanê bû. Yilmaz di axaftina xwe de got: "Dema serokatiya me li Sûrî bû, wê hişt ku istiqrar û demoqrasî li wir çêbibe. Herweha wê hişt ku gav bi gav maf bêne dan ji bo Kurdan."

Li ser xebata Kurdên Başûrê-Rojavayî Kurdistanê, Yilmaz got, ku ev bûne 20 sal, ku Kurd li wê derê dixebitin [yanî piştî ku PKK hat Sûryayê]. Wî zêde kir û got: "Başûrê Biçûk [Başûrê-Rojavayî Kurdistanê] dibistana serok Apo derbas kiriye."

Yilmaz berdewam kir û serokê Sûryayê yê nû Beşar El-Essed û siyaseta wî rexne kir. Wî diyar kir, ku piştî hatine Essedê piçûk li ser hukmê Sûryayê, rewş li wê derê xera bû û demoqrasiya di dema bavê wî de bi dawî hat.

Lê berî Yilmaz, mêvanê bernameyê Newaf Xelîl, ku bixwe xebatkarekî Medya TV û alîgerê Kadek e, bi berfirehî li ser siyaseta Hafiz El-Essed û partiya wî ya Be´es li dij Kurdan axift. Wî behsa siyaseta erebkirinê û tunebûna Kurdan li Sûryayê kir. Hêjayî gotinê ye, ku Beşar El-Essed di sala 2000î de bû serokê Sûryayê, piştî mirina bavê wî Hafiz El-Essed.

Di bernameya jorîn de, ku yekemîn bernameya siyasî bi zimanê kurdî li ser rewşa siyasî ya Kurdên Binxetê di Medya TV de bû, ji bilî Yilmaz û Xelîl alîgerekî din ê Kadek weke mêvan beşdar bûbû. Beşdaran di gelek cihên bernameyê de digotin, ku hêza Kadek li Sûryayê hîn xurt e û mesaj ji rêcîma Sûryayê re dişandin, ku alîgerên Kadek dê guhertinekê li wê derê pêk bînin.

Li ser rola Kurdên Binxetê di Kurdistanê de, Kanî Yilmaz ragihand, ku ew xwedî roleke giring in. Wî eşkere kir, ku Kurdên Binxetê bi dehên hezaran ji ciwanan kirine qurbanê Kurdistanê. Lê tiştê balkêş ew bû, ku nehate gotin, ku ew kes ji bo serxwebûna Kurdistanê şehîd ketin. Ji xwe piştî ku PKK siyaseta xwe guhert û naveke din li xwe kir, ew nema behsa serxwebûna Kurdistanê dike. Pêşkêşkerê bernameya jorîn li ser vê yekê wiha got: "Serxwebûn mefhûmeke îzafî ye, pir nîqaş li ser tê kirin." Wî diyar kir, ku êdî pêwîstiya Kurdan niha nema bi serxwebûnê heye, ew bêtir divên doza azadiya xwe bikin. Mêvanekî bernameyê, ku ji pêşiya bernameyê ta dawiya wê behsa kapîtalîzmê û tebeqeyên civakê dikir, ango gotinên Komûnîstan, wiha got: "Civaka kevn a Kurdistanê xwe li pişt gotina serxwebûnê vedişêre." Li vir pirseke bi kurtî: Gelo PKK civaka kevn bû û Kadek a nû ye?

Bi giştî, mirov dikare bêje, ku ev bername gaveke pîroz bû ji aliyê Medya TV ve. Ji aliyê Newaf Xelîl ve axaftinên baş li ser siyaseta Sûryayê li hemberî gelê xwe bi giştî û yê kurdî bi taybetî hatin kirin.
Lê bername weke rêklam ji bo siyaseta PKK/Kadek hate bi kar anîn. Beşdaran ji xwe re xweş dikirin û xebata partiya xwe pîroz dikirin. Lê wan ji bîr kir, ku ne hemî gotinên wan û yên rûpelên dîroka Kurdên Binxetê li hev tên.



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]