www.amude.com - navenda çanda kurdî


26.07.2003 - 13:56

"Awazên Keskesorê" notên stranên Seîd Yûsiv hembêz dike


Kamîran Qasim

"Awazên Keskesorê"
Konê Reş - QAMIŞLO (amude.com) - Li Qamişloyê, pirtûkek muzîkê ya nû ji aliyê hunermend Kamîran Qasim derket. Navê pirtûkê "Awazên Keskesorê" ye û ji 20 notên stranên hunermend Seîd Yûsiv pêk tê.

Ev yekemîn car e, ku pirtûkeke wiha di nav me de derdikeve. Ev pirtûk ji amadekirina hunermend Kamîran Qasim e, û di bin çavnerîna Navenda Hunerên Mûzîkî li Qamişlo, ya ku ji sala 1997an de di bin serkêşiya Dr. Mihemed Azîz Zaza de ye, hatiye çap kirin. Qasim wek mamosteyekî mûzîkê di vê navendê de kursên mûzîkê dide şagirtan.

"Awazên Keskesorê" bi pêşgotineke kurt ji rex helbestvan Dildarê Aştî ve hatiye xemilandin û ji 20 stranên mîrê tembûrê Seîd Yûsiv pêk tê. Hunermend Qasim notên van stranan nivîsandine û ew di pirtûka xwe de weşandine, da ku awazên wan neyêne ji bîr kirin.

Hêjayî gotinê ye, ku Kamîran Qasim lebatekî aktîv bû di Koma Buhar de, û di warê mûzîkê de melivan e, nemaze di folklora kurdî û bi taybetî folklorê Serheda û Rewanê de. Herweha ew carcaran di sahiyan de govendan xweş digerîne.

Em jî ji dil û can vê pirtûka wî pîroz dikin û bi hêvî ne, ku ne ya paşî be.



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]