 |
 |
11.11.2003 - 18:31
KADEK jî navê xwe guhert
 Cemîl Bayik (dîha)
 (dîha)
 (dîha)
 (dîha)
 (dîha)
|
STENBOL (dîha/amude.com) - Kongreya Azadî û Demokrasiya Kurdistanê (KADEK), a ku
di 4ê nîsana ya sala 2002ê de hatibû damezirandin,
di 2-mîn kongreya xwe ya awarte de xwe fesh kir.
Kongreya 2-em a Awarte ya KADEKê
roja 26ê kewçêrê li Baþûrê Kurdistanê bi rojevekê civiya.
Di encama kongreyê de, KADEK xwe fesh kir. Pêþnûmabiryara "rêxistineke nû ya ku li
gorî pergala ekolojîk a demokratîk hatiye saz kirin" di kongreyê de bi yekdengî hate pejirandin.
Li gorî biryara ku hatiye dayîn, sedema feshkirina KADEKê bi van xalan tê diyar kirin:
* Ji bo ku rê li ber rêxistineke nû, ya ku li gorî pergala ekolojîk a demokratîk were saz kirin,
vebe.
* Ji bo rêxistineke bergeha wê berfireh, demokratîk û rê bide beþdariya azad û rêxistineke
nû ya ku di bin bandora partiya Lenînîst de rizgar bibe.
* Li ser vê bingehê, ji bo temsîlkirina gelê kurd, rêxistineke li gorî pîvanên navneteweyî,
rewa, demokratîk û bikaribe li qada zagonî de siyasetê bike û wekî muxatab were pejirandin.
* Ji bo bi netewe-dewletên desthilatdar re pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk û aþtiyane
were çareser kirin, KADEK'ê dawî li hebûna xwe ya rêxistinî anî.
Ji Ewropa, welatên Rojhilata Navîn û Qafqasan 364 delege beþdarî kongreya KADEKê bûn.
Axaftina destpêkê ya kongreyê ji hêla endamê Konseya Giþtî ya KADEK'ê Cemîl Bayik ve hate kirin.
Bayik di axaftina xwe de got: "Ev kongre bi rojevekê tenê civiya. Rojev ji xalekê pêk tê,
dibe ku dema wê kin be, lê dîsa jî barê ku hiltîne, rola ku dilîze, mezin û giran e.
Ji ber ku rê li ser sazîbûneke nû vedike, xwedî wesfeke stratejîk e. Her çaqas diþibe
ji derbasbûna ji PKK a KADEKê jî, aliyên wê yên cihê jî hene. Em di dîroka têkoþîna
xwe de, cara yekem kongreyeke bi vî awayî li dar dixin. Dema ku KADEK hate damezirandin,
me ji bo feshkirina PKKê kongreyeke cihê çê nekir. Di heman kongreyê de mîras hate dewr
û teslîm kirin. Ji ber vê yekê ye, ku kongreya demezirandina KADEKê di heman demê de
kongrey 8-em a PKKê ye jî. Lewre jî, kongreya ku em niha çê dikin, kongreya 2-yem a
awarte ya KADEKê û di heman demê de, taybetiya wê jî kongreya feshkirinê ye."
Bayik di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn, ku PKK û KADEK di gelek waran de diþibiyane
hev û daxuyand ku sazkirina nû gelek guherînên nû û bingehîn di nava xwe de dihewîne.
Bayik da zanîn, ku têkoþîna azadî û demokrasiya Kurdistanê, ya ku bi PKKê dest pê kir û bi
KADEKê berdewam kir, dê ji îro þûnde bi sazîbûneke nû were temsîl kirin. Bayik wiha domand:
"Xebata sazkirineke bi vî rengî, encax bi feshkirina rêxistina berê dê bikare bi pêþ bikeve.
Ji xwe taybetî û girîngiya vê kongreya me jî ev e. Lê mirov di demên bi vî rengî de,
kêfxweþî û hestiyariyê di nava hev de dijî. Demên bi vî rengî di dîrokê de pir kêm der tên
pêþberî mirov. Ji ber vê yekê jî xwedî wateyeke taybet û dîrokî ne. Em niha rewþeke bi
vî awayî dijîn. Di nava herikîna dîrokê de, li gor pêwîstiya têkoþînê û ji ber pêdiviya
rewþa objektîf, carînan mirov hest û fikrên bi vî rengî di nava hev de dijî.
Þoreþger kesên hestiyar in. Lê dîsa jî tiþtê ku li me tê, ev e ku divê em bûyerên bi
vî rengî di nava hestiyariya xwe de ne xeniqînin, bi awayekî zanistî û zanyarî,
bi hiþmendî tev bigiren. Ev ya herî rast e."
Endamê Konseya Serokatiya Giþtî Cemîl Bayik bi gotinên wekî "Me di 4'ê nîsana
2002ê de di vê salonê de dawî li rêxistina PKKê anîbû û KADEK damezirandibû"
bidawîkirina PKK û damezirandina KADEKê bi bîr xist û got: "Gelek kesan damezirandina
KADEKê tenê wekî guherandina nav dît. Lê ev guherîn gaveke mezin û cidî ya guherînên bingehîn
û rêxistinî ya ji nû ve xwesazkirinê bû. Nêzikî du salan li ser re derbas bû."
Bayik bersiva pirsa "Ji ber kîjan pêdivî wisa di nava demeke kin de pêdivî bi guherînê hate dîtin"
jî da û got: "Bersiva bingehîn a vê pirsê bi berfirehî, di paradîgmaya civaka demokratîk-ekolojîk
a serok Apo de heye. Dîsa sedemeke din jî mudaxaleya DYA'yê ya Iraqê û rûdanên ku bi vê
mudaxaleyê re derketin holê, peywîrên sazkirineke siyasî û demokratîk der xiste pêþberî me.
Li gel van yekan rastiya me ya heyî ji pêdiviyên siyasî û girseyî re nabe bersiv.
Hem paradîgmaya me ya nû, hem geþedan û rûdanên siyasî, hem jî pêdiviyên rêxistinî kirin
ku em gavên nû biavêjin û cereke din bi awayekî awarte li hev bicivin."
Bayik diyar kir ku çar salên dawî ji bo wan salên guherîn û veguherînê bûne û da
zanîn ku KADEKê di têkoþîna azadiya kurdan de roleke mezin lîstiye û pêngaveke vê ya
girîng pêk aniye. Bayik got ku rola ku KADEKê di warê demokrasiyê de lîst, ne roleke biçûk bû
û wiha pê de çû: "Nexþeya Rê û polîtîkaya çareseriyê, ya ku me herî dawî bi pêþ xist,
gihîþtiye çorçoveyeke maqûl. Lê li gel vê yekê, AKP û Artêþa Tirk naxwazin gavên ku me
avêtine, bibînin û ji bo çareseriyê bersiveke erênî jî nadin. Israra xwe ya ji bo çeresernekirinê
bi girankirina tecrîda li ser serok Apo nîþan dane. Herî dawî serok Apo derketina hevdîtinê
boykot kir û pêvajoyeke nû ya berxwedanê da dest pê kirin."
Bayik di berdewama axaftina xwe de, diyar kir ku Tirkiye bi destê AKPê,di hundir de têcrîda li
ser Ocalan giran dike û êrîþên xwe yên li ser saziyên demokratîk û gelê kurd zêde dike û got:
"Li derve jî dixwaze leþkerên xwe biþîne Iraqê, rê li ber pêþketina federe ya Baþûrê Kurdistanê
bigire. Tirkiye dixwaze leþkerên xwe biþîne Iraqê û me û DYA'yê bîne li dijî hev û me bide
tasfiye kirin. Bi awayekî zalal diyar e, ku divê em li dijî polîtîkayên þer ên Tirkiyeyê
têkoþîneke siyasî birêxistin bikin, bi pêþ bixin. Em mucbûr in ku di vê yekê de bi ser bikevin."
"Dê xweparastina rewa bidome"
Bayik di berdewamiya axaftina xwe de daxuyand, ku dê ji îro pê de jî xweparastina rewa bidome
û got: "Heya ku dewletên desthilatdar dev ji polîtîkaya xwe ya înkar û îmhakirinê berdin,
Hêzên Parastina Gel (HPG) dê di serî de ji bo bersivê bide, êrîþên li ser hêzên demokratîk
û gelê kurd di parastina rewa de hûr bibe û xwepêþ bixe. Di pêvajoya aþtiyê de, hêzên parastina
gel xwe ji berê bêhtir xurt û bihêztir kir. Dikare bersivê bide hemû cureyên êrîþan
û bi berxwedaneke mezin pêþwazî bike."
Piþtî Bayik, endamên Konseya Serokatiya Giþtî ya KADEKê Osman Ocalan û Duran Kalkan
jî axivîn û dîtinên xwe anîn zimên.
|
 |
 |