 |
 |
15.11.2003 - 20:31
Partiya Kongreya Gelê Kurdistanê Abdullah Ocalan wekî
'Serokê Gelê Kurd' hilbijart
 Ala Kongra Gelê Kurdistanê
 Civîna çapemeniyê ya Konreya Gelê Kurdistan li Başûrê Kurdistanê (MHA)
 Serokê KGK Zubeyîr Aydar (ruters)
|
DORTMUND (amude.com) - Partiya 'Kongreya Gelê Kurdistanê' (KGK), ku
îro li Başûrê Kurdistanê hate îlan kirin,
di danezana damezirandina xwe de da xuyanî kirin, ku ew dê
mîna partiyeke siyasî ji bo berjewendiyên gelê kurd
bixebite. Herweha wê piştrast kir, ku "hilweşandina sînorên dewletên ku
kurd di nav de dijîn", ne ji armancên wê ye. Di kongireya xwe ya
damezirandinê de, KGK Abdullah Ocalan wekî "Serokê Gelê Kurd"
hilbijart.
Di civîna çapemeniyê de, ya ku îro li gundekî Başûrê Kurdistanê
hate li dar xistin û ji aliyê televizyona erebî El-Cezîre
ve bi şêweyekî zindî hate pêşkêş kirin,
serokê Kongreya Gelê Kurdistanê' (KGK)
Zubeyir Aydar daxuyand, ku "çareseriya pirsgirêka kurd dê li hemû welatên ku
kurd lê dijîn, bêyî ku sînor werin guherandin, li ser bingeha yekîtîya azad a
demokratîk pêk were." Wî berdewam kir û got: "Armanca Kongra Gelê Kurdistanê
ne hilweşandina sînorên dewletên ku kurd di nav de dijîn" e.
Banga ji bo diyalogê
Konseya Rêvebir a KGK destnîşan kir, ku bûyerên li herêmê û pêvajoya
endametiya Tirkiyê di Yekîtiya Ewrûpayê de çareseriyekê ji bo pirsa kurdî
ferz dike, lewra "divê organên dewleta tirk dest ji polîtîkayên îmha û înkarê berdin
û ji bo çareseriya yekîtiya demokratîk bikevin diyalogê", wiha Konseya Rêvebir a KGK
di danezana damezirandina partiya xwe de. Herweha wê bang li Sûriye û Îranê jî
kir, ku "bikevin ser rêya demokratîkbûnê û pirsgirêka kurd di vê çarçoweyê
de çareser bikin." KGK gef li van welatan xwar û got:
"Eger van welatan li ser rêya demokratîkbûnê li çareseriyê negerin, wê têkoşîna
azadî û demokratîk a gelê kurd li van welatan zêde bibe."
Di cîna çapemeniyê de, Aydar got ku
beşê rêxistina nû yê leşkerî dê
bimîne. PGK dê riya xweparastinê li pêşiya xwe
vekirî bihêle, wiha Aydar.
Kongreya Gelê Kurdistanê li ser rewşa
Iraqê jî radwestiya û got ku ew "ji bo pêşketina demokrasiya li
Rojhilata Navîn Iraqa federal a demokratîk weke gaveke girîng dibîne." Wê bangî
partî û rêxistinan kir, ku "li ser nuqteya hevbeş a demokrasiyê"
bigihêjin hev û lihevhatinekê bikin.
"Kongra Gel wê bi kêra sererastkirinên Emerîka yên li herêmê were.
Kongreya Gelê Kurdistanê bang li Emerîkayê jî kir û
piştrast kir, ku ew "destwerdana Emerîka ya li rejîma Saddam li cih dibînin,
ku vê yekê li Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû daye destpêkirin û ji bo ev yek bigihêje
qonaxeke erênî, divê pirsgirêka kurd were çareser kirin."
Di danezanê de hatiye nivîsandin, ku "damezrandina Kongra Gel wê bi kêra sererastkirinên
Emerîka yên li herêmê were." Konseya Rêvebir a Kongra Gel bang li Emerîkayê dike, ku
ji bo pirsgirêka kurd divê ew "avabûnên siyasî yên kurd qebûl bike û bi wan re bikeve
diyalogê. "
Hilbijartina Abdullah Ocalan wekî 'Serokê Gelê Kurd'
Di kongreya damezirandina Kongra Gelê Kurdistanê de, Abdullah Ocalan wekî
'Serokê Gelê Kurd', Remzî Kartal, Abdullah Hîcap, Mizgîn Şen, Riza Altun, Rengîn Muhammed
û Osman Ocalan jî wekî alîkarên serokê giතtî hatin hilbijartin.
|
 |
 |