www.amude.com - navenda çanda kurdî


03.11.2003 - 03:29

Çîroka keça kurd Fadia û problêma zewaca bi zorê li Elmanyayê


Fadia H. (Spiegel)
>> Ehe oder Tod (spiegel.de)
S.H. Berko - DORTMUND (amude.com) - Li Elmanyayê, her sal bi hezaran keç - û di nav wan de jî keçên kurd - bi zorê têne zewicandin. Siyasetvanên elman niha li ser zagonên li dij zewaca bi zorê guftûgoyê dikin û dixwazin ku keç bêtir bêne parastin.

Kovara elmanî ya heftane 'Der Spiegel' di hejmara xwe ya îro de, raporek li ser mijara zewicandina keçan a bi zorê û herweha kuştina ji bo parastina namûsê weşandiye.
Di vê raporê de, rojnamevanên 'Der Spiegel' behsa kuştina keça kurd Fadia H. dikin. Fadia 21-salî bû, dema ku di 03.11.2000î de li bajarê elmanî Celle ji aliyê birayê wê Rudank ve hate kuştin. Dema rojnamevan bi diya Fadia re li ser keça wê ya kuştî re diaxifîn, wê dest bi girî kir û ji wan re got: "Malbata min laşê keça min ne dixwest, wan digot, ku ev laşekî gemarî ye."

Fadia keçeke êzîdî bû. Wê ji kurekî elman hez dikir. Lê di ola êzîdî de, nabe ku ti kes ji oleke din bizewice. Ew jî mîna musilmanan dikin, ger ji dest wan derkeve, keça xwe dikujin, ger ew bibe jina mêrekî ji oleke din. Ev kuştin ne wacibekî olî ye, lê adeteke eşîrtî ye. Ger mêrê êzîdî jineke ne êzîdî ji xwe re bîne, ew ji ola êzîdî tê avêtin û kêm caran tê kuştin.

Civata Êzîdiyan ji 3 beşan pêk tê: Murîd, Şêx û Pîr. Çê nabe ku mirovên beşekî kesekî ji beşên din bizewicîne. Murîd murîdan dizewicînin, şêx şêxan û pîr mecbûr in ku yekî/ê ji beşê xwe ji xwe re bînin. Ev yek sînorên zewacê teng dikin û dibe sedema ku gelek êzîdî bêyî dilê xwe dizewicin. Encamên vê yekê jî ew in, ku piştî demekê mêr û jin dev ji hevdu berdidin an jî ji ber fedya û ji mecbûrî bêyî dilê xwe bi hevre dimînin.
Problêma berdanê ne tenê li cem êzîdiyan heye, lê belê li cem mirovên musilman jî. Li gor agahiyên ku belav dibin, li Swêdê jimara Kurdên ku hevdû berdane, gelekî bilind e.

Ji ber ku Fadia ji kurê elman hez dikir, birayê wê ew di kolanekê de bi kêrê kuşt. Wî bi vê yekê xwest "namûsa malbata xwe biparêze". Piştî vê bûyerê, wî ji polîsan re got, ku xuşka wî êrîşî wî kiribû û ew mecbûr bû, ku xwe biparêze. Ta niha jî ew hîn serbest e. Lê pijîşkan eşkere kirin, ku kêr bi xurtbûn ketibû canê Fadia. Ji ber vê yekê, polîs hêvî dikin, ku piştî vê agahiya giring ew dê bikaribin Rudank sucdar derxînin û wî bixin zindanê.

'Der Spiegel' di vê rapora xwe de, radigihîne ku li Elmanyayê bi hezaran keç bi zorê û bêyî dilê wan têne zewicandin. Malbatên wan wan bi zorê didin mêrên ku ew dixwazin, ne yên ku keç ji xwe re heldibjêrin. Piraniya van kesan musilman in û ji welatên mîna Tirkiyeyê, Kosovo û Mexrib (Marokko) hatine. Di van malbatan de, namûs di ser Xwedê, jiyanê û hezkirina dê ji keça xwe re ye. Namûs di ser her tiştî re ye.

Dema malbatek jinekê ji welatê xwe ji kurê xwe re bîne, ew keç mecbûr dibe, ku 2 salan pê re biqedîne ta ku bikaribe li Elmanyayê bimîne. Ger du salên wê ne qediya bin û wê xwest ku dev ji mêrê xwe berde, ew mecbûr dibe ku veger welatê xwe.

Di rapora 'Der Spiegel' de, rojnamevan behsa PKK û siyaseta wê jî dikin. Li gorî wan, PKK bi salan keç ji Kurdistanê ji bo zewacê dianîn Elmanyayê û piştre ew ji bo şerê çekdarî perwerde dikirin. Kesên ku jiyana xwe ne li gorî daxwaza PKK dimeşandin, dihatin kuştin. Di sala 1999ê de, endamên PKK li bajarê Bremenê du evîndarên kurd kuştin, ji ber herdu bêyî destûra nûnerê partiyê yê herêmê bi hevre zewicîn.

Ji ber van problêman, çend siyasetvanên elman dixwazin zagonan ji bo parastina jinan biguherînin. Gelek jin jiyaneke pir dijwar derbas dikin, bêyî ku zagonên elmanî bikaribin alîkariya wan bikin.



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]