 |
 |
10.07.2003 - 23:50
Jelal Talabanî: Leşkerên tirk mêvanên me ne
û girtina wan şaşitî bû!

(afp)
|
DORTMUND (amude.com) - Jalal Talabanî, sekretêrê giştî
yê Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK), ragihand ajanseya
tirkî Anadol, ku hayê wan ji girtina 11 leşkerên tirk, ên
ku îna borî li Silêmaniyê
ji aliyê hêzên emêrîkî hatibûn girtin, tune
bû. "Leşkerên tirk mêvanên me ne, me ew dawet kirine,"
Talabanî got.
Talabanî di hevpeyvîneke bi ajanseya Anadol re got, ku
ew naxwazin, ku leşkerên tirk bêne girtin û bikevin
rewşeke wiha. Wî berdewam kir û got:
"Wan (hêzên emêrîkî)
me agahdar nekiribûn û erêkirin ji me nexwestibûn.
Me ji Emêrîkanan re got, ku ew tiştê wan kir, şaş bû."
Herweha Talabanî ragihand, ku ew ê biçe Tirkiyeyê û
ji Tirkan re bêje, ka ew mesela girtina leşkerên wan
çawa pêk hat.
Hêjayî gotinê ye, ku îna borî li Silêmaniyê
11 leşkerên tirk ji aliyê leşkerên emêrîkî hatibûn girtin.
Piştî krîzeke dîplomasî di navbera Tirkiyeyê û
Emêrîkayê de, ew 11 leşker hatin berdan. Hêzên emêrîkî
ragihandin, ku leşkerên tirk ji ber sedemên xerabkirinê hatibûn girtin.
|
 |
 |