 |
 |
02.07.2003 - 16:59
Jana Seyda: "Helbestvan hene, lê weşanxane tune ne!"
S.H.Berko - DORTMUND (amude.com) - Doh, rojnameya "Yeniden Ozgur Gundem", a ku
li Tirkiyeyê tê weşandin, hevpeyvîneke li gel helbestvana kurd
Jana Seyda weşandibû. Kurdishmedia.com ev hevpeyvîn ji tirkî
wergerandiye ingilîzî û îro weşandiye. Me ji we re
giringtirîn gotinên vê nivîsê helbijartin û ew
ji ingilîzî wergerandin kurdiyê.
Hevpeyvîn ji aliyê Mudje Arslan hatibû kirin.
Hevpeyvîn bi Jana Seyda re:
Helbestvan hene, lê weşanxane tune ne!
Helbestvan Jana Seyda, ya ku bi pirtûka xwe
ya pêşî "Roja Dawî" navê xwe
di cîhana wêjeyê de nivîsand, got:
"Tevlî hebûna hejmareke mezin ji helbestvan û berhemên kurdî
li Sûryayê, lê ji ber kêmbûna weşanxane
û pirtûkxaneyên, ku pirtûkên kurdî diweşînin û
difroşin, tendens ber bi nivîsandina bi erebî ve diçe.
Herweha nivîskar mecbûr dibin, ku pirtûkên xwe
bi destê xwe bigerînin û belav bikin.
Helbestvan nikare têkiliyeke rû-bi-rû bi xwendevanê xwe
re çêke. Encama vê yekê jî ew e, ku
atmosfêreke helbesta kurdî peyda nabe. Ev yek dihêle, ku
helbestvan ji wêjeyê bixeyide û xwe
jê dûr bixîne."
Li ser pirsa çawa wê dest bi nivîsandina helbestê kir,
Jana Seyda got, ku di rêya helbestên xalê xwe yê
helbestvan Jan Dost re têkilya wê bi nivîsandina helbestê re
dest pê kir. Seyda berdewam kir û got:
"Jan Dost piştgiriya min kir. Wî ez ji nivîsandina helbestê re
germ kirim. Me bi hevre helbest dixwendin. Wî hertim helbestên min, ên ku min
di temenekî piçûk de dinivîsandin,
dixwendin û nerîna xwe di wan de digot û ew
dinirxandin. Vê yekê tesîreke mezin li min kir.
Herweha diya min jî "qesîde" dixwendin. Min carcaran
sirûşa xwe ji van qesîdeyan distand. Min helbest bi afirandin
û hestên xwe dixemilandin."
Li ser nerîna wê, ku her kes dikare helbestê binivîsîne, Seyda
got:
"Mirovek bitenê divê vegere û li kûratiya jiyana xwe
û hestên vê jiyanê binere. Eger ew kes xwe
piçekî biwestîne, ew dê bikaribe van hestan
bîne ser rûpelekê."
Li ser pirsa hebûna helbestvan û nivîskarên jin
li Sûryayê, Seyda wiha berdewam kir:
"Nerîna jinê ya wêjeyê
di temenekî piçûk de dest pê dike.
Karên wan pir xweşik in, û hestên wan pir dilsoz û
germ in. Axîn Welat, Şêrîn Gêlo û Diya
Ciwan tenê sê heb ji wan in. Her yek ji wan
di temenekî cuda de ye û bi şêweyeke
cuda hestên xwe digihînin helbesta kurdî."
Seyda eşkere kir, ku li Sûryayê
nivîskarên wêjeyê nikarin berhemên xwe
bigihînin xwendevanan. Li ser vê yekê wê wiha got:
"Li Sûryayê helbestên kurdî ji ber
tunebûna weşanxane û pirtûkxaneyan nayên xwendin.
Kesên ku bixwazin pirtûkên xwe
biweşînin, mecbûr dibin ku biçin
Beyrûtê li Libnanê. Eger têkiliyên hin kesan bi
Ewropa re hebin, ew pirtûkên xwe li wê derê diweşînin.
Dûra problêma firotina wan jî derdikeve holê.
Pirtûkxane tune ne û piraniya nivîskaran pirtûkên xwe
bi destên xwe difroşin. Lê ev yek jî razî nake, jiber
pirtûk tenê digihên kesên derdora nivîskar.
Hemû dixwazin, ku bibin navdar, lê ev yek li Sûryayê
zehmet e ku pêk were."
Li aliyekî din, Jana Seyda got, ku zimanê kurdî
cihekî balkêş di wêje, huner û jiyana rojane
de nagre, wek ku erebî dike. Encama vê yekê jî ew e, ku
kurdî ne pir interesant e.
Li ser kêmbûna interesê ji bo helbesta kurdî li
Turkiyeyê tevlî hebûna derfetên baş jê re, Seyda
wiha got:
"Ji ber tunebûna weşanxaneyan (mebesta wê
weşanxaneyên, ku pirtûkên kurdî diweşînin
/SHB) li Sûryayê, nivîskar ber bi nivîsandina bi erebî ve
diçin. Nivîskarên jin û herweha
piraniya nivîskarên nifşê nû berê xwe
didin ji derveyî Sûryayê. Xebata jinan li Sûryayê pirtir e.
Li Sûryayê dora 20 ta 30 helbestvanên jin hene.
Lêbelê derfet bi wan re tune ye, ku pirtûkên xwe
biweşînin. Li aliyê din, min li Diyarbekirê
helbestvaneke jin nedît, tevlî ku weşanxane li Tirkiyeyê
hene. Li Diyarbekirê hejmareke baş ji helbestvanên kurd hene.
Lê ew tenê pirtûkxaneya tirkî dewlemend dikin.
Min paşeroj di nifşê nû de li Bakurê Kurdistanê
dît. Min têkilî bi çend helbestvan û nivîskarên
ciwan û jîr re çêkirin. Eger pêşketineke
çêbibe, ew dê li vê derê pêk were."
Seyda got, ku wêjeya kurdī herī zźde ji asīmīlekirinź derbe xwar,
ji ber ku li Tirkiyeyź ev asīmīlekirin pir e, wźjekar jī hindik in,
ū wiha domand:
"Li Sūryayê asīmīlekirin neket nav malan,
lź li Amedź asīmīlekirin, tirs ū valakirina gundan ket nava gundan.
Li Sūryayê, yźn ku li ser şopa Cegerxwīn ū Ehmedź Xanī ne, hebūn.
Di vź demź de, li Başūrê-Rojavayî Kurdistanê
jiyan hebū ū paşeroja wźjeya kurdī li Sūryayê bū.
Niha nifşź nū, yê ku dinivīsin, hişyarbūnekê dijīn.
Asīmīlekirin gelek serdest bū."
Jana Seyda ragihand, ku ew cara pêşî
derbarî Sêyemîn Festîvala Çand û
Hunera Kurdî çûbû Amedê. Li ser vê yekê
wê got:
"Di roja, ku min biryara hatina xwe stand, min nikarîbû
xew kiriba. Ji zaroktiya min de, Amed tim ji min re xewnek bû.
Kesên ku li Diyarbakirê dijîn, van hestan nas nakin;
têkiliyeke wan bi dîwarên bajêr an bi bajêr bi xwe re
tune ye. Ew van tiştan hest nakin. Ji bo min, Diyarbekir çarenûseke
xweşik bû, an jî xewneke şêrîn bû.
Ez bi tirs bûm, ku ez ji Amedê hez nekim. Ez di hatina xwe de
diricifîm, û di çûna xwe de jî diricifîm.
Min helbestek li ser gurbûna hestên xwe yên li Amedê
diyarî dîwarên wê kir."
Hevpeyvîn bi zimanê tirkî:
www.yenidenozgurgundem.com/news.asp?id=95486
Hevpeyvîn bi zimanê ingilîzî:
www.kurdmedia.com/inter.asp?id=73
|
 |
 |