www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nûçeyan rûpela destpêkê

27.01.2003 - 21:59

Instîtuya Kurdî ya Stenbolê kongreya xwe pêk anî:
"Jinûvesazkirin Pêwîst e.."

Salihê Kevirbirî - Stenbol

STENBOL (amude.com)- Instîtuya Kurdî ya Stenbolê ku ji sala 1992an ve kar û barê xwe ligel astengî û rêlibergirtinan berdewam dike, kongreya xwe pêk anî. Di kongreya ku bi beşdariya nêzî sed endam û delegeyan pêk hat de ligel serokê nû, endamê senato û rêveberiyê jî hatin hilbijartin.

Kongreya navborî 26ê rêbendanê ango yekşema borî li Nazim Hîkmet Kültürevî (Mala Çanda Nazim Hîkmet) pêk hat. Di kongreyê de, di serî de kevneserokê berê yê Instîtuyê Hasan Kaya, rêveberiya berê kar û barên çandeyî, aborî û akademîkî raxist ber çavan. Her wiha ligel rexne û pêşniyazan, di kongreyê de yek ji damezrîner û rêveberên Instîtuyê Feqî Huseyn Sagniç ku bêhtirî 60 roj in, li nexweşxaneyê di rewşeke xedar de razayî ye, wekî 'Endamê Rûmetê yê Instîtuyê' hate hilbijartin. Li hêla din hate pêşniyazkirin ku li ser 100 saliya jidayîkbûna Seydayê Cegerxwîn lez bê dayîn bo çalakiyeke gewre. Li hêla din di mijûlahî û nirxandinan de derket holê ku gavavêtinên jinûvesazkirinê pêwîst e.

Di kongreya ku Şefîk Beyaz wekî serok hate hilbijartin de, Senatoyeke ku ji 22 kesan û lijneyeke rêveberiyê ku ji 7 kesan pêk tê, ligel dengdayînê hate hilbijartin.

Hate diyarkirin ku di rojên pêş de dê Senato û Lijneya Rêveberiyê li hev bicive û di nav xwe de karbeşiyekê pêk bîne.

Li gorî encama kongreyê, serok, endamên senatoyê û endamên lijneya rêveberiyê ji van kesan pêk hatin:

Serokê Instîtuya Kurdî ya Stenbolê: Şefîk Beyaz

Endamên Senatoya Instîtuya Kurdî ya Stenbolê:

1- Feqî Huseyn Sagniç
2- Ibrahim Gurbuz
3- Mulazim Ozcan
4- Salihê Kevirbirî
5- Mazlum Dogan
6- Îkram Balekanî
7- Safiye Akdag
8- Gulseren Deniz
9- H. Hayrî Alkan
10- Yaşar Eroglu
11- Hasan Baraçkiliç
12- Nîjad Yaruk
13- Zulkuf Kişanak
14- Cemal Pîranij
15- Celalettin Yoyler
16- I. Işler
17- Sami Berbang
18- Kawa Nemir
19- Murad Badkî
20- Mele Îsmet Kiliçarslan
21- Mele Reşîd Irgat
22- Cîhan Çelik

Endamên Rêveberiya Instîtuya Kurdî ya Stenbolê:

1- Mele Kerem Soylu
2- Zulfîkar Tak
3- Mehdî Tanrikulu
4- Çeto Ozer
5- Selma Irmak
6- Qahir Bateyî

Wekî tê zanîn çendek berê Hasan Kaya ji serokatiya Instîtuya Kurdî ya Stenbolê îstîfa kiribû.
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]