www.amude.com - navenda çanda kurdî


27.06.2003 - 09:15

Kurtehevpeyvîn bi Şêx Dawid re

WAŞINGTON (amude.com) - Di hevpeyvînekê de bi beşê kurdî yê êzga Dengê Emerîka re, endamê komîteya rêzanî ya PYDKS Şêx Dawid "Bavê Mesûd" bi kurtî li ser meşa zarokên kurd li Şamê axift.

Bersivên Şêx Dawid

- Di 25.06an de li bajarê Şamê, kat 10.45, li dora du sed zarokên Kurdan ji herêmên kurdî û ji bajarê Şamê berî dan avahiya UNICIF ji bo:
- bi navê zarokên Kurdên Sûriyê pîrozkirina roja Zarokên cîhanê bikin - diyarkirina derd û kovanên zarokên Kurdan bi nameyeke nivîsî de ji bo berpirsiyarên UNICEFê.

Di wê xwepêşandanê de, evan zarokan bi piştgiriya bav û dayikên xwe û bi hilgirtina gul û çîçekan û hildana sê durişman bi çepk berî dane avahiya UNICEF. Hersê durişmên wan jî ev bûn:

- Vegerandina nasnameya Sûriyê li Kurdên bê nasname
- Mafê hînkirina zimanê bav û kalan
- Ji bo zaroktiyeke bextewar û kamiranî bê newekhevî û setemkarî

Mexabin ewan zarokan nikarîbûn nameya xwe bigihînin cihê ku tête xwestin, ji ber pirbûna hêzên parastin û polîsan û rêbirîna, ku li pêşiya wan zarokan hate kirin, û hem dest bi lêxistin û lêdana, ku ji hêla hêzên parastinê li xwediyên wan zarokan hate kirin û hem çend kes jî hatin girtin.

Piştgirên vê xwepêşandan û çalakiyê de ev in:
- Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê
- Partiya Yekîtî a Kurd li Sûriyê
- Partiya Hevgirtina Gel li Sûriyê
- partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî).



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]