www.amude.com - navenda çanda kurdî


06.07.2003 - 05:25

Nesrîn Berwarî: Kurd bûne goriyên serketina xwe!


Nesrîn Berwarî
(usip.org)
S.H.Berko - DORTMUND (amude.com) - Nesrîn Berwarî, wezîra avedankirina Herêma Kurdistanê, li ser daxwaza "Heinrich-Böll-Stiftung" niha li Elmaniyayê dimîne. Doh, rojnameya elmanî ya navdar "DIE WELT" hevpeyvîneke li gel xanim Berwarî weşand. Me ew wergerand kurdî û wê li vê derê diweşînin:

DIE WELT: Rewşa Herêmên Kurdan niha çawa nin?
Nesrîn Sedîq: Kurdan bi bawerî piştgiriya êrîşa li dij Sedam kirin. Lê belê niha dixuye, ku em bûne goriyên serketina xwe. Rawestandina progeama "Oil for Food" (Petrol ji bo xwarinê) problêma bingehîn e. Weke mînak, li herêma min dora 13000 malbat di konan de dijîn. Me dixwest bi wan peran xaniyan ava bikin. Ev yek ne mumkin e. Pereyên, ku ji bo Kurdan hatibûn plan kirin, dikevin fonda Iraqê ya avakirinê. Bi giştî, dora sê (3) melyon dolaran ji me re derdikevin. Ev pere ji bo projeyan hatibûn plan kirin, lê me ew bi dest nexistin. Em ditirsin, ku di avakirina Iraqê de, Kurd bêne jibîr kirin.

DIE WELT: Divê Kurd kîjan rolê di organîsekirina Iraqê de bilîzin?
Sedîq: Xibreta Kurdan di dêmoqrasiyê û pêşketina aborî de heye. Ev bûn 12 sal, ku em ji Bexda serbixwe dijîn. Me saziyên mîna perleman û hikûmet ava kirin. Em dixwazin weke Iraqiyên wekhev bêne qebûl kirin. Ji ber vê yekê, divê em wek Iraqiyên, ku tevaya welat bikaribe ji xibreta wan sûdê werbigre, beşdarî hikûmetê bibin.

DIE WELT: Peywendiyên we ligel grûpên din li Iraqê re çawanin, û bi taybetî ligel Sunî û Şî´î?
Sedîq: Peywendî baş in. Kurd tevlî wê grûpê ye, ya ku piraniya baweriyê werdigre. Problêmên me bi ti grûpê re tune ne; ne bi Suniyan re, ne jî bi Şî´iyan.

DIE WELT: Herdu partiyên mezin, KDP û YNK, li hev kirin, ku hikûmetên xwe yên herêmî bikin yek. Kurd niha li Iraqê bi rastî bi dengekî diaxifin?
Sedîq: Biryara yekîtiya herdû hikûmetan di peymanekê di sala 1998an de hatibû standin, lê ew niha pêk hat. Kurdan li Iraqê tê gihiştin, ku divê di van demên giring de bi dengekî biaxifin.

DIE WELT: Kurd welatekî serbixwe dixwazin?
Sedîq: Kurdan biryara xwe standin, ku bimînin beşek ji Iraqê. Em bawerin, ku Iraq dê bibe welatekî federal, ku ji Kurdan re mafê hûkmê zatî bihêle. Berî çend rojan, Paul Bremer di axaftinekê de çareseriya federal erê kir.

DIE WELT: Gelo Kurd dê bi vê yekê razî bin?
Sedîq: Tiştê ku em dixwazin emn û dewlendî ne. Ger me demoqrasî, belavkirineke dadperwer a fêdeyan, derfetên wekhev û beşdarbûna prosêsa siyasî bi dest xist, em ê çima ne di Iraqê de bimînin? Derbarî pirsa welatekî ji bo Kurdan, em pir pragmatîk û realîst in, ne hestdar.


Hevpeyvîn bi zimanê elmanî: www.welt.de/data/2003/07/05/128563.html



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]