www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nûçeyan rûpela destpêkê

05.03.2003 - 02:30

Kurdên Ewropayê xwepêşandanekê li Brûkselê amade dikin

BERLÎN (amude.com) - HEVKARÎ, Platforma Rêxistinên Kurdistan li Elmanyayê, di daxuyaniyekê de bangî Kurdên Ewropayê dike ku roja 08ê Adarê beşdarî xwepêşandana ku dê li paytexta Belcîkayê Brûksel li dar bikeve, bibin. Daxuyaniya Hevkarî ev e:

----------------------------------------
Kurdistana Başûr biparêzin!

Qehreman û dilsozên Kurdistanê! Kom û civatên mirovhez!
Azadîxwazên cîhanê!

Pêvejoya ku pirsa Iraqê tê derbas dibê, qonaxeke pir giring û hesas e. Dewletên Yekbûyî Emerîkayê û Brîtanya dîktatoriya Sedamî tehlûkeyeke mezin dibînin bo aramî û aşitiya Rojhilata Navîn û seranserê dinê. Ew dixwazin demeke zutirîn li Iraqê bidin û vê rejîma xwînmij biroxînin. Hinek dewletên din jî wekî Firanse û Elmanya, xwazyarên rêka vekolîna çavdêrên UNO ne. Mixabin heta niha siyasetekê hevbeş bo roxandina dîktatoriya Iraqê di seha navneteweyî de pêk nehatiye.

Ev pirsgirêk û alozî dibin sebeb ko ser dahatûya Iraqê û bi teybetî ser kêşa kurdî bernameyeke zelal pêknayê. Dewletên dagîrker ko Kurdistanê di nav xwe de perçe kirine, vê rewşa aloz bo xwe keys dizanin û dixwazin parleman û destkevtiyên pîroz li başurê Kurdistanê ji holê rakin. Bi taybetî dewleta Tirkiyeyê li hemberê başurê Kurdistanê siyaseteke dijminane dimeşîne. Bona dagîrkirina başurê Kurdistanê û ji nav birina Parleman û hukumeta dewleta herêmê ya Kurdistanê li gel Emerîkayê bazarê dike. Dewleta tirk hemî kar û xebata xwe kiriye, dijminahiya başurê Kurdistanê. Her roj leşker dikêşe ser hudud û bi hemû heza xwe xwe amadeyî erîş û dagîrkirina başurê Kurdistanê dike. Dewleta Tirk hê jî hebûna 20 milyon Kurdan li Tirkiyeyê bi fermî înkar dike û mafên wan sereke netewî û mirovayî nas nake. Tirkiye dixwaze, vê siyaseta xwe ya înkarî û tunekirina Kurdan li perçêyên Kurdistanê din jî tetbîq bike. Ji bo vê yekê gefa li hemberê Dewleta Kurdistanê ya Federe dixwe, dijminahiya başur dike.

Dewleta Tirkiyeyê ku heta îro zulmeke mezin li gelê Kurd kiriye û îro jî dest ji neyarîtiya Kurdan bernade, siyaseta xwe naguhere, rêyên aşitîxwazî qebîl nake û bi har û hovî dixwaze êrişî Başûra Kurdistan bike û destkevtiyên gelê me jî holê hilîne.

Gelê Kurd li hemberî êrîşkeriya dewleta tirk bêdeng namîne û dê bi yekdengî destkevtiyên xwe yên neteweyî biparêze. Em jî, Kurdên li Elmanyayê dijîn, gef û êrîşkeriyên Dewleta Tirk mehkûm dikin û bangî piştgir û dostên miletê Kurd dikin, ko miletê me tenê nehêlin û dijî dijminahî û destdirêjiya Dewleta Tirk derkevin!

Di roja 08.03.2003 de li paytaxtê Belçîkê li Brukselê xwepeşandanek li hemberê planên qirêj ên dewleta tirk dê li dar bikeve. Hevkarî bang li hemî Kurdên dilsoz dike di vê rojê da amade bibin û xwedî li deskevtinên xwe derbikevin!

1- Rê nedin ku Tirkiye Başûrê Kurdistanê dagîr bike.
2- Tirkiye divê dest ji dijminkariya li hemberê gelê kurd berde.
3- Iraq divê ji çekên atomî, biyolojîk û kimyewî bê paqij kirin.
4- Divê alîkariya Hukumeta Herêma Kurdistanê bê kirin û welatiyên Kurdistanê hemberê êrîşên Sedam bêne parastin.
5- Wekî opozîsiyona Iraqê dest nîşan kiriye, Iraqeke demokratîk, parlemanî, federalî bê desteber kirin û mafê kêmayetiyan bête parastin.

Ji bo parastina mafê miletê kurd û rûreşkirina êrîşkeriya Tirkiyeyê roja 08ê Adarê em bi jin û zarokên xwe ve li Brûkselê ne!

Navnîşan, dem û seet:

08.03.2003 (Roja şemiyê), Seet: 13:00
PLAS JORDAN, 1040 ETTERBECK (Bruksel), nêzîkê metroya Schuman)

HEVKARÎ - Pilatforma Rêxistinên Kurdistan li Elmanya
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]