 |
 |
06.10.2003 - 13:03
Hevendiya Demoqrata Kurdî li Sûryayê êrîşa
Israîl a li ser xaka Sûryayê protesto dike
QAMIŞLO (amude.com) - Hevendiya Demoqrata Kurdî li Sûryayê,
ku ji 5 partiyên kurdî pêk tê, di daxuyaniyekê de
êrîşa balafirên Israîl ên leşkerî ya
li ser xaka Sûryayê protesto û şermezar dike.
Di daxuyaniya xwe de, ku bi zimanê erebî ji MALPERA AMÛDÊ
re hate şandin, Hevnedî bangî hemî hêzên
demoqratî û yên aştîxwaz dike, ku
li dij "êrîşên rêjîma Şaron a rasîst"
raweste. Herweha ew bang dike, ku yekgirtina neteweyî li Sûryayê
xurtir bibe, da ku bibe eniyek li hemberî êrîşên li dij
Sûryayê
|
 |
 |