27.02.2003 - 22:15
Hevbendî û Eniya Demoqrat ên Kurd li Sûriyê:
Li hemberî tehdîdên Tirkiyê yên dagîrkirina Kurdistanê rawestin
QAMiŞLO (amude.com) - Hevbendiya Demoqrata Kurd li Sûriyê
û Eniya Demoqrata Kurd li Sûriyê îro di daxuyaniyekê de
ku ji Malpera Amûdê re hate şandin,
nerazîbûna xwe li hemberî tehdîd û daxwazên
Tirkiyê yên dagîrkirina Kurdistanê diyar kirin. Hevbendî ji
5 partiyên kurdî li gel çend
kesayetiyên kurdî yên serbixwe pêk tê û
Eniya Kurdî ji çar partiyan.
Em ji we re agahiyên giring ên daxuyaniyê ji zimanê erebî
diwergerînin kurdiyê:
- Ji daxwaza pêkanîna xewna xwe ya dîrokî ya bindestkirina
wîlayeta Mûsilê (tevaya Başûrê Kurdistanê)
û danîna kevirê siyasî yê bingehîn bo dewleta
tûrkmanî mîna "dewleta" Tirkan a li Bakurê Qûbirisê,
Tirkiyê xwedêgiravî tirsa xwe li ser yekbûna Iraqê û
damezirandina dewleteke kurdî
eşkere dike bi armanca ku Emêrîka bihêle ku ew derbasî
eniya bakur bibe bi hêzeke du caran mezintir ji ya
emêrîkî ya ku dê derbasî Kurdistana Iraqê bibe. Ew
van armancên xwe di bin hicet û derew in mezin vedişêrin
mîna parastina gelê kurd ji êrîşa rêcîma Iraqê û
qedexekirina koçberiya Kurdan bo Tirkiyê û herwiha girtina rê
li ber endamên KADEK bo wergirtina çekan.
- Derewên Tirkiyê nikarin li ber hesantirîn rastî rawestin, çimkî
rêcîma Iraqê nikare xwe biparêze, û hikûmeta Kurdistanê
bixwe dikare xwe biparêze an alîkariyê bo parastina xwe ji kes in
dî bixwaze, li kêleka ku ev heye çend sal ko KADEK
şerê xwe li hemberî Tirkiyê rawestandiye.
- Niha bûye dem ku divê Tirkiyê bizanibe ku kesek nema ji derewên
wê
bawer dike û daxwazên wî yên dîrokî li Iraqê
û dijminatiya wê bo gelê kurd
eşkere bûne.
- Em banga hêzên aşitiyê û demoqrasiyê û azadiyê
li herêmê û cîhanê dikin ku li hemberî
tehdîdên Tirkiyê yên dagîrkirina axa Iraqê rawestin
û nehêle ku armancên wê yên dijê mafê Iraqê
û yekbûna axa wê û paşeroja rêcîma wê
ya ku tenê di destê gelê wê de ye bi hemû
beşên wê yên netewî û olî, pêk bên.
|
|