www.amude.com - navenda çanda kurdî


28.11.2003 - 20:51

Hesenê Mihemedê Xelo çû ser dilovaniya xwe


Hesenê Xelo
QAMIŞLO (amude.com) - Doh li Qamişloyê, welatparêzê kurd Hesenê Xelo, biraziyê serokê eşîra Mêrsînan Evdî Axayê Xelo, koça dawîn kir. Xelo di sala 1910ê de li gundê Topiz nêzîkî bajarê Amûdê li Başûrê-Rojavayî Kurdistanê ji dayik bûbû.

Hesenê Xelo yek ji alîkarên grûpa rêçenasan (keşaf) li Amûdê bû. Herweha wî alîkariya diravî bi derxistina kovarên Bedirxaniyan de dikir û navê wî di 'ROJA NÛ' de (hejmara 23, 1943) hatiye nivîsandin.

Xelo piraniya dema xwe li gundê Şidî derbas dikir û li wê derê hate veşartin.

Cihê serdan û şîniyê li taxa Kornîşe (Bengeladêş) li Qamişloyê ye.



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]