 |
 |
21.06.2003 - 22:50
Li Harbiyeyê Agirê Anatoliyê geş bû
Cemîl Oguz - STENBOL (amude.com) -
Di çarçoweya konserên li Harbiyeyê de, rojên 19 û 20ê mehê koma dîlanêê ya
Anadolu Atesî (Agirê Anatoliyê), ku derhênerê wê yê hunerê Mustafa Erdogan e,
derket pêşberî gel û lîstikên xwe yên gelên li Anatoliyê pêşkêş kirin.
Konserên, ku ji aliyê Navenda Çandê ya Beşîktaşê (BKM) ve têne organîze kirin,
ji aliyê gel ve bi eleqeyek mezin têne pêşwazî kirin. Di bernameyê 19 û 20ê mehê de,
koma Anadolu Atesî lîstikên, ku ji temayên çanda Mezopotamya û Anatolya bûn, bi awayekî serketî
pêşkêş kirin.
Komê ji Nemrûdê dest bi lîstika xwe kir, bi agirê Prometheusê domand, bi lîstikên gelên li
Tirkiyeyê dom kir. Şerê di nav xwedayên Ahûra Mazda û Ehrîmanê de, ango şerê di nav baş
û xiraban de jî bo komê bû lîstik û komê bi coş ew bi muzîka Kurdan, Tirkan û muzîkên din
ên Anatoliyê pêşkêş kirin.
Herwiha di pêşkêşkirina lîstikan de, lêdana defan jî hêjayî temaşekirinê bû.
Konserê li Harbiyeyê heta 30ê mehê didomin.
|
 |
 |