www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nûçeyan rûpela destpêkê

10.02.2003 - 11:05

Li Elmaniyayê Hemreş Reşo hate bibîranîn

BERGISCH GLADBACH (amude.com) - Doh li bajarê Bergisch-Gladbach li Elmaniyayê ji bo serokê Partiya Demokrat a Kurdistan - Bakur Hemreş Reşo civîneke bibîranînê li dar ket û tê de berpirsên partiyên siyasî yên kurd û kesayetiyên kurd û nas û dostên wî û Kurdên ji seranserî Elmaniyayê beşdar bûn.


Zarokên Hemreş Reşo helbestên bavê xwe xwendin. (wêne: S.H. Berko)


Di destpêka civînê de, du zarokên rehmetiyê Hemreş gotina malbata xwe xwendin û çend helbestên bavê xwe pêşkêşî civînê kirin.
Piştre li ser navê PDK-Bakur Bayram Ayaz axaftineke kurt li ser jiyana Hemreş Reşo û xebata wî ya siyasî kir. Herwiha wî çend gotin li ser bûyerên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê pêşkêş kirin.
Paşê jî Fewzî Atrûşî li ser navê Partî Demokratî Kurdistan - Iraq axift û silavên sersaxiyê yên serokê PDKê Mesûd Barzanî ragihandin.


Fewzî Atrûşî bi navê PDK-Iraq axift. (wêne: S.H. Berko)


Wekî dî gelek partî, rêxistin û kesan mesajên sersaxiyê bo civînê rêkirin û xembariya xwe vegotin, di nav wan de serokê Kongireyî Niştimanî Kurdistan Cewad Mele. Herwiha nameya serokê "Gesellschaft für bedrohte Völker" (Civata bo miletên bingef) Tilman Zülch hate xwendin. Di nameya xwe de Zülich behsa xebata rehmetiyê Hemreş bi giştî û ya di "Civata bo miletên bingef" de bi taybetî kir. Di panêlekê de bi berfirehî li ser jiyana Hemrş Reşoyê rewşenbîr û siyasetmedar hate axaftin

-------------------------------------------------------------------------------------------------
Axaftina li ser navê PDK-Bakur
Bayram Ayaz



Bayram Ayaz
(wêne: S.H. Berko)
Mêvanên hêja,
gelî dost û hevalên delal,

destpêkê dixwazim ser navê partiya me, PDK-Bakur, bi hurmetekî bilind xêrhatinê li we bikim; hûn hemî ser seran û ser çavan ra hatine.

Di van çil û du rojên xemgînî û diltezîn de ku serokê partiyê kek Hemreşê dilovan ji nav me koç kirî, gelek partî, rêxistin û saziyên demokrat, medya kurdî û her wisa bi sedan kesayetên welatperwer li seranserê Kurdistanê ji bo wefata kek Hemreşî hestên xwe yên xemgîrî gihandin malbatê û partiyê, dilêşî û xemgîniyê bi me ra bi dilsozî par kirin. Vê yekê bêguman êşa me hinekî kêm kir. Em carekî din bi dil û can spasî wan hemî partiyan, dezgehan û kesayetiyan dikin ên li vêderê amade û ne amade ne.

Im Namen unserer Partei, DPK-Nord, möchte ich auch unsere deutsche Gäste begrüßen und herzlich willkommen heißen. Wir freuen uns, dass Sie heute gemeinsam mit uns und mit der Familie zum Andenken an Hemreş Reşo, dem Vorsitzende unserer Partei, an dieser Trauerfeier teilnehmen. (Bixêrhatina bi elmanî bo mêvanên elman /amude.com)

*** *** ***

Mêvanên hêja,
birêzan,

kek Hemreş 63 salî bû dema çû dilovaniya xwe. Mixabin wî zû xatirê xwe ji me xwest. Wekî siyasetvanekî xwedî tecrûbe û ronakbîrekî bîrewer, çûna wî bo partiya me ziyaneke mezin e. Her wisa ziyanek e, ji bo xebata çand û zimên û wêjeya kurdî jî. Van salên dawî herçiqasî navê hêjayî zêdetir bi alî siyasî dihat nas kirin jî, lê xebatên wî yên ronakbîrî ser çanda kurdî û zimanê kurdî xizmetên giranbuha ne. Wî bi helbest û nivîsarên xwe mîratekî ji xezneya çanda kurdî ra hêşt. Heval û dostên wî, malbata wî, em bi van xebat û berhemên wî serbilind in.
Mirovên ku ji bo doza miletê xwe kar û xebatên hêja kiribin, di nav gel da têne naskirin, qedr û qîmeta wan tê zanîn û ew dibin perçeyekî ji milkê milletî. Bêguman Kek Hemreş jî yek ji wan ronakbîrên kurd e. Kek Hemrêş ji xortaniya xwe ve di nav bizava kurdayetiyê da çalak bûye û emrê xwe di xebata bo doza Kurd û Kurdistanê da bihorandiye. Di jiyana kek Hemreş a siyasî û bîrewerî da tesîra serokê nemir Mele Mustafa Barzanî cihekî esasî digre; kek Hemreş her di rêç û rêbaza Barzanî da meşiyaye û ji vê rêya kurd û kurdistanî, ku çavkaniya sereke ya bireweriya kurdayetiyê ye, şaş nabûye. Di salên şêstî de bûye endamê PDKê; nûnertiya partiyê û ya şoreşa Îlonê jî kiriye.
Di xebatên ser çand û zimanê kurdî de, kek Hemreş şagirt û xebatkarekî jêhatî şareza yê rehmetî Mîr Celadet Bedirxan bûye. Yê ku cara yekemîn kovara HAWARê li Ewropayê ji nû ve çap kiriye, gîhandiye destê xwendevanan û alîkar bûye ku ev EKOL di nav ronakbîrên kurd da berfireh bibe û bê nasîn, kek Hemreş e.

Di damezirandina gelek komele û rêxistînên kurdî û partiyên kurdistanî de beşdar bûye û bi erk û watiniyên xwe rabûye. Li Ewropa û bi taybetî li Elmaniyayê, Hemreş Reşo naveke ku dê her di bîra Kurdên welatperwer de bimîne.
(Li ser jiyana kek Hemreşî em dê di panêlê de ji gotarvanên hêja nêrînên berfireh bibhîsin. Em sipasî wan jî dikin.)

PDK-Bakur bi koçbariya serokê xwe xemgîn e, lê bi xebat û keda wî jî serbilind e. Ew dê di xebata me de her bijî. Bêguman dê xebata wî ya bo azadî û demokratî û yekîtiya gelê kurd û xebatên bo pêşveçûn û parastina çand û zimanê kurdî her bêtin domandin.

Birêz Hemreş Reşo milkê miletê me ye û li mîrata wî, li xebata wî bixwedî derketin, erk û watiniyên hemî welatperweran e. Û em gelekî pê dilxweş in û cihê şanaziyê ye ku kar û xebata wî di devê her kurdperwerekî de ye.

Bi wefata Kek Hemreş Reşo PDK-Bakur piştî Av. Faîk Bucak û Saîd Elçî pêşewayekî xwe yê siyemîn di qora têkoşer û şehîdên Kurdistanê de bi cih kir. PDK-Bakur dê êş û keda wan di kar û xebata xwe da ji xwe ra bike nîşan û armanc.

Bila serê me gişan, yê malbatê û heval û dostan sax be. Bila rihê Kek Hemreş û hemû welatperweran şad be û cihên wan buhişt be.

Em te bi hurmetekî bilind bi bîr tînin, têkoşerê delal, kek Hemreş!

*** *** ***

Mêvanên hêja,
birêzan,

bi destûra we dixwazim çend tiştan ser bûyerên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê pêşkêş bikim.

Bûyerên li Rojhilata Navîn em giş bi hev ra dinirxînin. Destê me hemiyan jî li ser dilê me ye, gelo dê çi biqewime, çi bi serê herêmê, bi serê miletê me were?
Dîktatorekî xwînrêj li serê miletê xwe -Ereban-, li serê miletê kurd û li serê dinyayê bûye bela.

Hemû delîl û delalet nîşan didin, eger dîktatoriya Seddamî xwe teslîm neke, dê şer derkeve. Ev şer ji bo Kurdan dernakeve û di pêşîlêgirtina vî şerî da jî ti roleke esasî yê Kurdan nîne. Ev pirseke cîhanî ye. Rojhilata Navîn piştî dawîlêhatina şerê sar carekî din dizayn dibe. Dema pirs ev be (ku ev e), divê tevgera welatperwera kurd jî li berjewendiyên miletê me binêre. Serkirdeyatiya dewleta kurd siyaseteke wisan biserkeftî dimeşîne. Di vê prosesa hessas de, armanca miletê kurd li hemû deverên Kurdistanê divê parastina dewleta Kurdistanê ya federe be. Eger ev destkeftiyên pîroz bêne parastin û lê zêdetir bête kirin, wê demê miletê me dê ji vê prosesê sûdeke mezin werbigre. Ev şansê Kurdan jî heye.
Îro roja alîgirîneke dilsozî ye. Em divê Loyalität bi Dewleta xwe ra nîşan bidin, li her cihê cîhanê. Kîjan deverê Kurdistanê dibe bila bibe, hemû Kurdên welathiz, welatiyekî/welatiyeka dewleta Kurdistanê ya federe ne. Divê em bi erk û watiniyên xwe yên welathizî û welatî rabin. Hinekî Kurd dibêjin "divê em piştgiriyê bikin". Ev gotineke ne rast e. Îro ji bo Kurdan ne roja "piştgiriyê" ye, piştgirî bi xelkên xeyrê Kurdan re têkirin, li beranberê miletê xwe û dewleta xwe divê em bi erk û vatiniyiyên xwe yên welatî rabin, em mecbûr in karên bikevin ser me ji bo dewleta xwe bikin!!!
Ez dixwazim bi taybetî bala we bikşînim ser vê nuqteyê! Banga me li hemû Kurdan ev e, li diwê dewleta xwe, îrada miletê me encûmenî niştîmanî û serkirdeyetiya kurdî rawestin, wan xurt bikin. Em dijminahî û êrişkariya Tirkiyê bo dewleta Kurdistanê bi tundî protesto dikin û siyaseta serkirdeyatiya Kurdistanê ku naxwazin leşkerên Tirkan bikevin xakî, pîroz silav dikin. Divê her hêzek hurmetê ji îradeya miletê me ra bigre û mafên miletê me bingehîn qebûl bike.

Serkeftin ji bo miletê kurd.
Aşitî, azadî û demokratî bo Kurdistan!
Emirdirêj be dewleta Kurdistanê ya federe!

09.02.2003

Partiya Demokrat a Kurdistan-Bakur
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]