www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nûçeyan rûpela destpêkê

29.01.2003 - 11:07

Li Elmaniyayê civînek bo çilrojiya Hemreş Reşo

KÖLN (amude.com) - Partiya Demokrat a Kurdistan-Bakur (PDK-Bakur) li Elmaniyayê roja 09.02.2003an, demjimêr 12:00 te 17:00, li bajarê Bergisch Gladbach civîna çilrojiya serokê partiyê yê rehmetî Hemreş Reşo li dar dixe. Ev civîn bi alîkariya HEVKARÎ-Platforma Rêxistinên Kurdistanê li Elmaniyayê pêk tê.

Piştî pêdiviyên dînî û toreyî, dê di civînê de axaftin û panêlek li ser jiyana Hemreş Reşo bi beşdarbûna çar gotarvanan -kurdî û yek bi elmanî-. Piştre programa civînê bi gotinên mêvanan û mesajan berdewam dibe. Di dawî de xwarina şîniyê belav dibe.

Navnîşan:
"SAAL 2000"
Schlodderdicher Weg 48
51469 Bergisch Gladbach

Ji bo peywendiyê: 0172-2487589, 0171-2141771, 0170-5273158

Bo agahiyên berfirehtir: Malpera PDK-Bakur
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]