www.amude.com - navenda çanda kurdî


06.07.2003 - 19:53

"Memê bê Zîn"a Helîm Yûsiv derket

DORTMUND (amude.com) - Nivîskarê kurd Helîm Yûsiv pirtûkeke din li pirtûkxaneya kurdî zêde kir. Ji nav weşanên Avesta li Stenbolê, pirtûka wî ya nû "Memê bê Zîn" derket. Pirtûk ji 15 çîrok û 160 rûpelan pêk tê.

Piştî "Mirî Ranazin" (çîrok, Stenbol 1996), "Mêrê Avis" (çîrok, Stenbol 1997), "Jinên Qatên Bilind" (çîrok, Stenbol 1998) û "Sobarto" (roman, Stenbol 1999) ev pirtûka Yûsiv a pêncan e.

"Memê bê Zîn" ji 14 çîrokan pêk tê, û ew jî ev in:

Hezkirineke teknolojîk, Giriyê li medbexê, Welatê sêyem, Şoreşgerên oda piçûçik, Çavên bavê min, Sênîka sincirî, Xewna Mihemedê hunermend, Dema hezkirin xwe dixwe, Jina heftserî, Sînorên bombekirî, Meha sêzdan, Gerînok, Berlîn bêçav e, Segbav û Sol û Serî.

Hêjayê gotinê ye, ku çîroka "Meha sêzdan" di ÊVAR BAŞ de hatibûn weşandin.

Helîm Yûsiv di sala 1967an de li bajarê Amûdê ji dayik bûye. Ew niha li paytexta Elmaniyayê Berlîn dijî û di televizyona kurdî Medya TV de kar dike.

e-mail: helimyusiv@hotmail.com

- MEHA SÊZDEHÊ (ÊVAR BAŞ, 01.01.2003)



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]