www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nûçeyan rûpela destpêkê

16.01.2003 - 20:52

Deriyên qeydkirinê bo helbijartinên perlemanê li Sûriyê vebûn

ŞAM (amude.com)— Wezîrê Sûriyê yê hundir Elî Hemûd ragihand ku derfeta qeydkirinê bo wan kesên ku dixwazin derbasî perlemana Sûriyê bibin, îro dest pê kir û ta şemiya 25.01.2003an didomîne.

Do, serokê komara Sûriyê Beşar El-Esed eşkere kir ku helbijartinên perlemana Sûriyê dê di roja yekşema 02.03.2003an de bin. Di vê rojê de gelê Sûriyê dê 250 kesan bo perlemana Sûriyê helbijêrin. Ji van 250 kesan 127 dê ji karker û cotgaran bin û 123 kesên din dê ji miletê mayî bin. Gelê Sûriyê dê endamên perlemana Sûriyê bo 4 salan helbjêrin. Ev yekemîn helbijartinên perlemanê ne di bin serokatiya Beşar El-Esed de.

Hêjayî gotinê ye ku li gorî destûra komara Sûriyê, ji pêşî de piraniya endamên perlemanê divê yên partiya Baas bin a ku ji dehên salan ve Sûriyê xistine bin destê xwe de û rewşa welat sal bi sal xirabtir dike.

Hîn ne diyar e eger Kurdên Sûriyê dê beşdarî helbijartinan bibin an na. Lê çend partiyên dî li Sûriyê eşkere kirin ku ew beşdar nabin û dê dûrî helbijartinan bin.
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]