www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nûçeyan rûpela destpêkê

13.11.2002

Parlemana Kurdistanê biryara helbijartinên giştî berî tîrmeha 2003an da


Parlemana Kurdistanê (Hewlêr)
Wêne: nefel.com
HEWLÊR - Parlemana Kurdistanê di civîna xwe ya do de biryar da ku komîteyekê ava bike da ew komîte herî dereng berî tîrmeha 2003an hilbijartinên giştî organîze bike û amade bike.

Komîteya amadekirina helbijartinên giştî ji 13 endaman pêk têt û ew jî ji nêv endamên parlemanê yên PDK, YNK û rêxistina Aşûriyan hatine hilbijartin. PDKê 51 endam û YNKê jî 49 endam li parlemanê hene. Rêxistina Aşûriyan jî 5 endam hene.

Li gor biryara parlemanê ev komîte dê lêbikole ka çawa helbijartinan organîze bike û serjimêrekê jî derxe da tesbît bike ka hejmara kesên xudandeng çend e.

Parlemana Kurdistanê piştî şerê nêvxweyî yê sala 1994an bû du parçe û du hikûmetên cida li Kurdistanê ava bûn. Çarê meha borî parlemanê careka dî bi beşdariya parlamenterên PDK û YNK-ê li li Hewlêrê civiya û dest bi xebata xwe ya mişterek kir. Herwiha parlamanê 7ê vê mehê qanûna bingehî ya Kurdistana Federal bi temamiya dengan qebûl kir.

Dewletên cîran, nemaze Tirkiye, nerazîbûna xwe li hemberî civînên Parlamana Kurdistanê diyar dikin û naxwazin ku helbijartinên giştî li Kurdistanê bên kirin.

Çavkanî: Kerkûk Kurdistan e
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]