www.amude.com - navenda çanda kurdî


18.06.2003 - 13:31

Di sedsaliya Cegerxwîn de fêrkirina zimanê kurdî

QAMIŞLO (amude.com) - Kovara GULISTAN, a ku ji aliyê Partiya Pêşverû ya Kurdî li Sûryayê derdikeve, bangî gelê kurd dike, ku sedsaliya Cegerxwîn bikin sala ji bo fêrkirina zimanê kurdî. Yek ji armancên kovarê ew e, ku îsal 2000 kesan fêrî zimanê kurdî bikin.

Di daxuyaniyekê de, ku ji malpera Amûdê re hatiye şandin, desteya sernivîserên GULISTAN li ser seydayê Cegerxwîn û rola wî di pêşxistina mirov û kultura wî, û herweha rola wî di fêrkirina zimanê kurdî de, radiwestin.

Kovara GULISTAN berdewam dike û dibêje, ku "fêrkirina zimanê kurdî berpirsiyariyeke netewî ye", ku ji hemû kes û rêxistinên kurdî tê xwestin, ku xwedî li vê berpirsiyariyê derkevin. Herweha ew bi bîra rêxistinên kurdî tîne, ku zimanê kurdî ji giringtirîn sedemên hebûna wan e. Ji ber vê yekê ew diyar dike, ku berpirsiyariya herî mezin li ser milên rêxistin û rewşenbîrên kurdî dikeve.

Desteya sernivîserên GULISTAN dixwaze bi van armancan beşdarî çalakiyên sedsaliya Cegerxwîn bibe:

1. Banga rewşenbîrên sûrî û dezgehên çandî yên netewî û cîhanî, ku beşdarî çalakiyên sedsaliya Cegerxwîn bibin û ragihînin medyaya erebî
2. Danasîna rol û giringiya Cegerxwîn di rêya lêkolînan û weşandina wan.
3. Fêrkirina 2000 kesan ji aliyê kovara GULISTAN di semînarine taybetî de

  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]