 |
 |
01.09.2003 - 01:07
Dîsa Kurdek li Sûryayê hate girtin
DORTMUND (amude.com) - Di sibeha şemiya borî de,
endeziyarê kurd Xelîl Mistefa Silêman (1958)
li bajarê Tel El-Deman (herêma Çiyayê Sem´an/parêzgeha
Helebê) ji aliyê hêzên ewlekariya hewayê ya sûrî
ve hate girtin û şandin Şama paytext, wiha bîroya siyasî ya
Partiya Yekîtiya Demoqrat a Kurd li Sûryayê
di daxuyaniyekê de ragihand. Ti kes nizane ji bo çi Silêman
hate girtin û ta kînga ew dê girtî bimîne.
Di daxuyaniya xwe de, ku ji MALPERA AMÛDÊ re hate şandin,
bîroya siyasî ya 'Yekîtî" radigihîne, ku
endeziyarê Silêman karê xwe li avahiya çandiniyê
li bajarê Tel El-Deman dikir, dema ku hêzên ewlekariya hewayê ya sûrî
ew girtin. Herweha ew dibêje, ku endeziyar Xelîl xwedî navekî
baş li herêmê bû û ji ber vê yekê
ew di sala 1994an de ji aliyê tevgera kurdî ji bo endametiya
Perlemana Sûryayê hate helbijartin. Ev yek bû sedema ku hêzên sûrî
cihê karê wî ji bajarê Cindirîs (Efrîn)
birin bajarê Tel El-Deman, ku 240 km dûrî Cindirîs e.
Di dawiya daxuyaniya xwe de, 'Yekîtî' vê girtinê protesto dike
û ji hêzên netewî yên demoqratî û yên
mafên mirovan doza blindkirina deng û xebatê ji bo serbestberdana
endeziyar Xelîl Silêman dikin.
Hêjayî gotinê ye, ku endeziyar Xelîl Mistefa Silêman
di sala 1958an de li gundê Şêx El-Hedîd ji dayik bûye.
Navê diya wî Kerîme û yê bavê wî Mistefa ye.
Wî di sala 1983an de xwendina endezyariya çandiniyê li
Zanîngeha Helebê bi dawî aniye. Ew bi jin e û çar
zarokên wî hene: Ferzend, Rolav, Delav û Deland.
|
 |
 |