www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nûçeyan rûpela destpêkê

24.04.2003 - 19:45

Dehênerê kurd Behmen Qubadî li Stenbolê ye

STENBOL (amude.com) - Derhênerê kurd Behmen Qubadî ku fîlmê wî yê bi navê 'Strana Awaza Dayika Min' dê di çarçoweya 22yemîn Mîhrîcana Fîlman a Stenbolê de bê nîşandayîn, roja 24ê mehê çû Stenbolê.

Fîlmê Qubadî dê roja 25 û 26ê mehê li Stenbolê bê nîşandayîn û Qubadî jî dê daxuyaniyekê bide çapemeniyê.

Sînemahezên Stenbolê Qubadî bi fîlmê wî yê bi navê 'Heyama Hespên Sermest' ku di sala 2001an de li Stenbolê ketibû vîzyonê, nas dikin.

'Awaza Stranên Dayika Min' duyemîn fîlmê Qubadî ye ku li Tirkiyeyê tê nîşandayîn.
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]