 |
 |
08.10.2003 - 14:55
Ganî Mîrzo li Holenda konsêrek
pêk anî
 Ganî Mîrzo û grûpa wî di konsêreke de li Berlîn (05/2002) |
AMSTERDAM (amude.com) - Li ser daxwaza Wezareta
Ispanyayê ya Turîstan, hunermendê kurd Ganî
Mîrzo doh li bajarê Amsterdam li Holendayê
konsêrek muzîkê pêk anî. Mîrzo
Kurdê Başûrê-Rojavayî
Kurdistanê ye û li Ispanya dijî û wek
hunermend kar dike.
Mîrzo li gel grûpa xwe, ya ku ji hunermendine
ispanî, hindî û ji Başûrê Emêrîkayê
pêk tê, konsereke taybetî di hotêla
L´Europe ya navdar li bajarê holendî Amsterdam
pêk anî. Ji wê derê ew çû Belcîkayê,
da ku konsêrekê li wê derê jî konserekê
li dar xîne. Piştre, ew dê biçe London
û dûra berê xwe bide Japonê ji bo pêkanîna
konsêran li wan deveran. Ev çalakî ji
aliyê Wezareta Ispanyayê ya Turîstan
têne organîze kirin.
Ganî Mîrzo li Qamişloyê ji dayik bûye.
Ew ji sala 1993ê ve li bajarê Berşelona
li Ispanyayê dijî û kar dike. Ta niha
2 CDeyên wî bi navên "Ronî"
û "Totîco" derketine. Di beşê muzîkê
ya Malpera Amûdê de 2 perçeyên muzîka wî
ji bo guhdarkirinê hatine weşandin.
|
 |
 |