www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nûçeyan rûpela destpêkê

10.01.2003 - 17:10

TOTÎCO - CDeya Ganî Mîrzo ya 2an derket

BERŞELONA (amude.com)- Li Berşelonaya Ispaniyayê CDeyk nû ya hunermendê kurd Ganî Mîrzo derket. "TOTÎCO" CDeya Mîrzo ya 2an e û ji 6 perçeyên muzîkê pêk tê.

Wek ku di CDeya xwe ya yekemîn "RONÎ" de, vê carê jî Ganî Mîrzo li gel hunermend in ispanî muzîka kurdî tev li ya ispanî kiriye, lê vê carî bi awayekî xweştir. Ji bilî Ganî Mîrzo yê ju li ser uda oriyental dilîst, çend hunermend in dî beşdarî xebata vê CDeyê bûne û ew jî ev in: Francesc Puic (klarînet), Juan J. Barreda (gîtara flamêngo), Jordî Rallo û Ezîz Mîrzo.

Hêjayî gotinê ye ku hunermend Ganî Mîrzo ji bajarê Qamişloyê ye û ji sala 1993an ve li Berşelonayê dijî.

Bo têkiliyê û xwestina CDeyê (buhayê wê 13 Euro + 3 Euro buhayê şandina wê):

e-mail: totico10@yahoo.es
tel: 0034-626786387 an 0034-933019004

Naveroka CDeyê:

1. BÎRANÎN (06.50) - Ganî Mîrzo
2. mÎRAN (12.30) - Ganî Mîrzo
3. BUHAR (08.10) - Ganî Mîrzo
4. GRANDA ANO 1000 (03.40) - Ganî Mîrzo
5. TOTÎCO (05.10) - Ganî Mîrzo
6. BULTERIAS (05.50) - Ganî Mîrzo û Juan J. Barreda

Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]