 |
 |
14.06.2003 - 02:08
Fuad Elîko: Doza kurdî li Sûryayê dozeke ewlekarî ye, ne siyasî ye
SHB - DORTMUND (amude.com) - Endamê Komîteya Siyasî ya Partiya
Yekîtiya Kurd li Sûryayê Fuad Elîko doh di Koçka Qamişlo
ya Paltalkê de bi berfirehî li ser tevgera kurdî li Sûryayê
axift. Elîko bi telefonê beşdarî koçkê bû. Programa wî
dora sê seetan dewam kir. Bêtirî 100 kesan beşdarî programê
bûn. Malpera Amûdê gotinên Elîko bi kurtî diweşîne:
Bi kurtî gotinên Fuad Elîko
- Problêma me ew e ku em li hebûna xwe ya civakî digerin, ne li ya siyasî. Ev kelemeke
li pêşiya pêşketinê.
- Em doza mafê xwe dikin. Em parsê ji rêjîma Sûryayê nakin.
- Nerîna rêjîmê nerîneke dijminayetî û rasîstane ye.
- Grûpên ku li Kurdistana ku bi Sûryayê ve girêdayî ye, girûpine
hizbî ne, ne siyasî ne. Partiyên kurdî Hevbendî û
Enî ava kirine ji bo xwe bi xwe xurt bikin, ne ji bo xurtkirina milet.
- Em bi yekîtiyê re ne, û jê re kar dikin.
Şertên me bo pêkanîna yekîtiyekê ew in, ku
ev yekîtî divê ku ew kar bike û berê xwe bide rêjîmê
û nerîna wê ya li hemberî rêjîmê durust be. Herweha pêwîste
ku programek xebatê hebe.
- Wateya kar tune ye ger ew ne di nav milet û li kolanan be.
- Divê em hesabê xwe û girtin, qurbaniyan û birçîbûnê bikin.
- Ji niha ta dawiya salê, 3 karên giran dê pêk werin. hayê tevgera kurdî
li Sûryayê ji van planên me heye.
- Eqliya hizbî me nagihîne hevdû; karê rojane me digihîne hev.
me ji rêjîmê re got: Emê karê xwe bikin û hûn jî yê xwe bikin!
An hûn ê me bidin girtin, an em ê bi hevre guftûgoyê bikin. Em girtî ne! Cudahiya
girtina di zindanê de an li malê tune ye. Em di zindaneke mezin de ne.
- Em doza hilanîna rêjîmê nakin; em mafê xwe dixwazin!
- Doza kurdî li Sûryayê dozeke ewlekarî (emnî) ye, ne siyasî ye.
Têkiliyên rêjîmê bi Kurdan re ne têkiliyene siyasî ne. Ew tenê
ji aliyê ewlekarî bi doza Kurdan re didin û distînin.
- Em doza qebûlkirineke destûrî ji hebûna Kurdên Sûryayê
weke miletekî li ser axa xwe dikin, ne wek miletekî penaber. Herweha em îdara zatî
li herêmên Kurdan dixwazin û divê Kurd şirîkê hikûmet û
biryarê be.
- Hin partiyên kurdî pirsgirêka Kurdên "biyanî" (ejnebî)
dikin problêma herî mezin. Ev nerîneke teng e. Problêma Kurdan ne tenê
problêma "penaberan" e. Me ji mêj ve dev ji vê nerînê berdaye.
- Problêma Kembera Erebî çareser nabe ger piştguhkirina
hebûna Kurdan berdewam be.
- Çareserkirina pirsa kurdî li kîjan perçeyê Kurdistanê be jî,
ew fêdeyeke ji bo perçeyên din.
- Em li kêleka miletê xwe li parçeyên din ên Kurdistanê
li dijî dijmin disekinin.
- Bila Kurdên Başûrê Kurdistanê nefikirin ku
bi çareserkirina problêmên wan pirsgirêka kurdî çareser dibe.
Divê ku em bi me re alîkar bin.
- Rêjîma sûrî gelekî bi tirs e, ji Kurdan bêtir.
Ew şerekî siyasî li dij me dike.
- Rêjîmê ti soz nedane me.
- Hêza demokarsiyê li Sûryayê biçûk e, lê heye. Ew
piştgiriya me dike.
- Me çalakiya protestoyê li pêşiya perlemanê sûrî
ne ji bo ku em xwe bidin naskirin, kir; me ew ji baweriyekê kir.
- Hayê partiyên din ji vê çalakiyê hebû, lê
ew beşdar nebûn û piştre şerê me kirin.
|
 |
 |