 |
 |
13.11.2003 - 16:09
Daxuyaniya Firat Cewerî
STOCKHOLM (amude.com) - Di daxuyaniyekê de, nivîskar Firat Cewerî
bersiva daxuyaniya nivîskar Ibrahîm Seydo Aydogan dide, ya ku
berî çend rojan di Malpera Amûdê de hatibû
weşandin. Em li vê derê daxuyaniya Cewerî
wek ku ji me re hatiye, diweşînin:
Ev hefteyek e ez li Diyarbekirê bûm. Ez çûbûm wî bajarê ku min demekê dixwest ez Nûdemê lê derxim. Ez çûbûm wî bajarê ku demekê gotina kurdî lê qaçax bû û cezayê qaçaxçiyan jî giran bû. Ez çûbûm wî bajarî û ji bo ku ez bi vî zarê qedexe û qaçax bipeyibim ez çûbûmê.
Ev bîstûpênc sal in ez hem bi devkî hem jî bi nivîskî doza zimanê kurdî, doza azadiya zimanê kurdî û doza avakirina edebiyateke bi zimanê kurdî dikim. Wek encama fikir û xebata min, deh salên Nûdemê û çil hejmarên ku rojekê jî bi derengî neketin, du cildên kovara Hawarê ku dîroka edebiyata me ya nûjen e; nêzîkî heyştê kitêbên xwerû bi kurdî û bêguman ev antolojiya çîrokên kurdî ya aktuel e. Ev antolojiya ku ez nêzîkî pênc salan li ser xebitîme, min çîroknivîsên hemû beşên Kurdistanê, çîrokên bi hemû zaravayên kurdî, çîrokên kurdî yên bi hemû alfabeyên ku zimanê kurdî pê tê nivîsandin, civandine û bi kurmanciya latînî mîna du cildan (1072 rûpel) weşandiye. Min xwest ez berhemeke welê amade bikim ku ew temsîla çîroka kurdî bi giştî bike. Min bi vê antolojiyê hewl da, ku ez dîwarên ku di navbera kurdan de hatine danîn, rakim û ji berdêla wan dîwaran pireke hevnasîn û hevtêgihîştinê ava bikim. Ev antolojî antolojiya çîrokên kurdî ya hemû deman e û temsîla çîroka kurdî bi giştî dike.
Di vê antolojiyê de, nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in lê bi tirkî, erebî û farisî dinivîsînin, cih negirtine, nimûneyek jî tuneye. Hemû çîroknivîsên ku di vê antolojiyê de cih girtine, ew çîroknivîs in ku bi hersê zaravayên kurdî yên sereke: kurmancî, soranî û zazakî nivîsandine. Wek istisna, bi tenê Suzan Samanci di vê antolojiyê de heye. Suzan Samanci jî nola min û we kurd e, nola me bi kurdî zane, ji niha ve bi kurdî dinivîsîne û çîroka wê jî bi kurdî gihîştiye me. Li gora gotina Samanci, ew ê di pêş de tenê bi kurdî binivîsîne. Bêguman, em wê keremî nav edebiyata kurdî dikin.
Ez bi vê minasebetê hêvîdar im ku min ê karekî li gora dilê we kiribe û karekî ku layiqî ziman û edebiyata kurdî ye berpêşî we kiribe.
|
 |
 |