15.03.2003 - 03:00
Fîlmên kurdî beşdarî Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê dibin
Cemîl Oguz / Stenbol
STENBOL (amude.com) - 22'yemîn Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê wê di navbera
12 û 27'ê avrêlê de li dar bikeve. Di nav bernameya mîhrîcanê de fîlmê Behmen Qubadî yê bi
navê 'Stranên Welatê Dayika Min' û yê Ravîn Asaf ê bi navê 'Rojên Zer' jî di nav de bi
giştî wê nêzî 200 fîlmî bê nîşandayîn. Derhênera Hunerê ya Mîhrîcanê Hulya
Uçansu got ku li hemberî şer bi inyad em dîsa di nav sînemayê de ne.
Di bin 20 beşan de fîlm
Mîhrîcan wê 11'ê avrêlê bi şeveke taybet û bi nîşandayîna fîlmê derhênerê çînî Chen Kaige yê bi navê "Bi hev re" dest pê bike. Fîlm wê di bin 20 beşan de bêne nîşandayîn. Ji Îran, Filistîn û Tirkiyeyê bigire, heta Küba, Romanya, Amerîka, Alman, Fransa, Îtalya, Çîn, Japon û Taywanê ji gelek welatên din fîlm têne pêşkêşkirin. 'Herêma bi mayin', 'Ji mîhrîcanên cîhanê', 'Belegefîlm', 'Ji hostayan re hurmet', 'Pêşbaziya Navneteweyî', 'Pêşbaziya neteweyî' çend beşên ku wê fîlm di bin wan de bêne nîşandayîn in.
Qubadî bi fîlmê xwe yê nû tê
Derhênerê rojhilatî Behmen Qubadî ku di salên borî de bi 'Heyama Hespên Sermest' derketibû pêşberî temaşevanên Bakur îcarê bi fîlmê 'Stranên Welatê Dayika Min' derdikeve pêşberî temaşevanan.
Qubadî fîlmê xwe di sala 2002'yan de kişand û bi vî fîlmî beşdarî hin mîhrîcanan bû û fîlm hat xelatkirin. Fîlmê ku serlîstikvaniya wî Şahabeddîn Ebrahîmî, Allah Morda Aştîanî û Faîq Muhamedî kiriye par li Mîhrîcana Şikagoyê 'Xelata Palaka Zêrîn', li Sao Polayê 'Xelata Mezin', li Buenos Airesê 'Xelata Fîlmên Herê Serketî', li Cannesê 'Xelata François-Chalais' wergirt.
Fîlmê Qubadî ku di mîhrîcana Stenbolê de, di beşa Pêşbazia Navneteweyî de ye li ser sînorê Başûr û Rojhilat derbas dibe. Hunermendê Kurd Mîrza dibihîse ku serê jina wî ya berê Hanareh di belayê de ye. Hem ji bo ku wê bibîne, hem jî Seyedê ku jina wî pêre reviyaye bibîbe, her du kurên xwe yê hunermendê muzîkê jî digire cem xwe û dikeve rê. Hanareh û Seyed her du jî berê di koma muzîkê ya Mîrza de bûn. Her çiqas Hanareh revîbe jî dilê Mîrze hê di wê de ye. Dikevin rê ji cihên ku polîs jî lê têne şêlandin, cihê ku bombe û diz lêne, cihê ku hiqûq lê nîn e re derbas dibin.
Derhênerê Başûrî jî li Mîhrîcanê ye
Yek ji derhênerê kurd ku îsal beşdarî mîhrîcanê dibe jî derhênerê başûrî Ravîn Asaf e. Asaf bi fîlmê xwe yê bi navê 'Rojêr Zer' ku bi zaravayê kurdî soranî ye beşdarî mîhrîcanê beşa Pêşbaziya Neteweyî dibe.
Fîlmê ku serlîstikvaniya wê Muhammed EL Hassan, Cemal Abdulla û Nur Surer kiriye, ji Navenda Çanda Mezopotamyayê jî Murat Batgî, Alî Koroglu, Safiye Akdag, Fahriye Yalçinkaya têde lîstine.
Derhêner Asaf fîlmê xwe li gundekî Semsûrê li Koçaliyê kişandiye. Çîrok li gundekî kurdan a bi navê Guncyurekê derbas dibe û gundî ji gundê xwe hez dikin. Rojekê sopranoyek qelew a almanî tê gund ku li ser govendên kurdan doktaroya xwe çêbike. Lê li gund Elî Axa, xoce û mêrên din ên gund evîndarê vê jina zerîn dibin û xeyala zewacê ya bi wê re dikin. Rewş wisa berdewam dike û gund roj bi roj ber bi mîlîtarîzmê ve diçe...
Kîarostamî îcarê li ser jinan disekine
Yek ji derhênerê navdar ê Îranê ku li Stenbolê jî tê nasîn û tê hezkirin Abbas Kîarostamî ye. Kîarostamî îcarê bi fîlmê xwe yê bi navê 'Deh' dibe mêvanê mîhrîcanê.
Derhêner Kîarostamî ku di fîlmên xwe de bi giştî li ser pirsgirêkên civakê disekine, îcarê balê dikişîne ser jinan. Di fîlm de li Tehranê jineke erebeyê dajo û pirsgirêkên xwe vedibêje. Her vegotinek beşeke fîlm temam dike û fîlm di deh beşan de diqede.
'Mirovê Biçûk Evîna Mezin' jî tê
Fîlmê Handan Îpekçî yê bi navê "Buyuk Adak Kuçuk Aşk (Mirovê Biçûk Evîna Mezin)" ku par ji ber qedexeyê beşdarî Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê nebû, îsal dikeve beşa Pêşbaziya Neteweyî.
Her wiha derhêner Nurî Bîlge Ceylan bi "Uzat (Dûr)" ku heta niha gelek xelat berhevkirine wê beşdarî beşa Pêşbaziya Neteweyî bibe. Fîlmên din ku beşdarî vê beşê dibin ev in"O Şîmdî Asker (Ew niha leşker e- Mustafa Altioklar)", "Karşýlaşma (Lihevrasthatin- Omer Kavur)"; "Gonderîlmemîş Mektuplar (Nameyên ku nehatine şandin - Yusuf Kurçenlî", "Îçerîdekî (Yê li Hundir- Ahmet Kuçukkayali)", "Martilar Açken (Dema Marti birçîbin- Bulent Pelît)"; "Gonlumdekî Koşk Olmasa (Koşka di dilê min de nebe -Elisabeth Rygaard)"; û "Sir Çocuklari (Zarokên Razê- Aydin Sayman û Umît Cîn Guven".
Derhênerê 'Kêrî' tê bibîranîn
Derhêner Zekî Ökten ku zêdetir bi fîlmê "Suru (Kêrî)" tê nasîn di beşa 'Ji hostayan re hurmet' de tevî derhêner Claude Chabrol û Brian De Palma tê bibîranîn. Di vê çarçoweyê de wê "Suru (Kêrî)", "Pelîvan (Pêlewan)", "Dutturu Dunya", "Gulum (Gula min" bêne nîşandayîn. Ökten ku di sala 1941'an de li Stenbolê hatiye dinê heta niha îmze avêtiye bi zêdeyî 30 fîlmî.
Çend mînak ji cîhanê
Di mîhrîcanê ji welatên cihê cihê fîlmên balkêş jî hene. Ji wan fîlmê derhênerê Kubayî yê bi navê "Los Zarifos" ku li ser piştî Şoreşa Derhêner James Lonley bi belgefîlmê xwe yê bi navê "Fazze Şerîdî" li ser pirsgirêka Filistîn û Îsraîlê disekine, pirsgirêkên ku çapemenî nabîne, radixe ber çavên temaşevanan. Ji Îranê Manijeh Hîkmet bi fîlmê 'Girtîgeha Jinan' dibe mêvanê mîhrîcanê. Fîlmê ku di Mîhrîcana Fîlman a Fecrê ya li Îranê de hatibû qedexekirin, çîroka xwe ji pirsgirêkên rastîn ên jinan ên di girtîgehên Îranê de digire û pêşkêş dike.
Ev nivîs ji Azadiya Welat (hejmar 371) hatiye wergirtin.
|
|