www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nûçeyan rûpela destpêkê

21.02.2003 - 13:40

Li Duhokê filmên kurdî hatin pêşkêş kirin

Hekar Findî - Dihok

DIHOK (amude.com) - Ji berhemên nivîsgeha Dihokê ya Kurdistan TV, roja 18.2.2003an bi berhevbûna hejmareke mezin ji hunemend û hunerdostan du filmên kurdî yên dokumenter, yek bi nav ê (DAR AV) û yê din bi navê (QEREÇ), li hola mûzexaneya Dihokê ya folklorî hatin pêşkêş kirin.

Filmê "DAR AV" ji 10 deqeyan pêk tê û berî niha di festîvala Leipzig a elmanî de hatibû pêşkêş kirin. "QEREÇ" ji 20 deqeyan pêk tê û cara yekem bû ku bi vî rengî hate pêşkêş kirin. Herweha ew di festîvala Ebu Zebî beşdar bibû.

Hêjayî gotinê ye ku ew herdu film ji derhênera hunermend Ziyad Abid in ê ku ji amude.com re weha peyivî: "Me xwest di van filman de azarên xelkê Kurdistanê bidin diyar kirin. Îro van filman giringiya xwe heye li cîhan, lewma me jî bi van filmên dokumenter çêkirin da ku miletê dî jiyana me ya zor binasin."
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]