08.11.2002
Festîvala Hejarê Mukriyanî li Hewlêrê
Hesenê Giravî - Hewlêr
HEWLÊR (amude.com) -
Li Hewlêrê, û ji 3-5ê vê mehê, Wezareta Rewşenbîrî ya hikumeta
herêma Kurdistanê festîvaleke rewşenbîrî bo helbestvan, wergêr
û xemxwarê peyva kurdî, nemir Hejarê Mukriyanî, pêk anî.
Hejarê ku xebata wî ya rewşenbîrî kur bi xebata gelê kurd ji bo rizgariyê tevlihev bibû û zîrekane û bi xemxwariyeke tund xwe avêtibû qada bizava rewşenbîrî û çendîn berhemên herî giring di warê wergerandinê de bo zimanê kurdî û farisî, û deynana ferhengeke kurdî-farisî bi navê "Hembane Borîne", û zêdebarî helbestên wî yên berengar û xwe ragirên ku gelek ji wan bûne sirûd û stran.

Wêne: Birayetî
|
Di roja yekê de rê û resmên fesîvalê dest pê kirin. Di van resman de, serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî beşdar bû û kurtegotinek li ser Hejar pêşkêş kir. Di vê gotarê de Mesûd Barzanî behsa rola Hejar di tevgera rizgarîxwaza kurdî de û pewendiyên wî bi Barzaniyê nemir re kir.
Di van 3 rojan de çendîn babetên cûrbicûr li ser gelek ji aliyên jiyan û karê Hejarê Mukriyanî hatin pêşkêş kirin. Herweha danûstandinên germ ji aliyê kesên beşdar ve hatin kirin. Hêjayî gotinê ye ku edîb û nivîskarên ku babetên li ser Mukriyanî pêşkêş dikirin, ji her sê parêzgehên Kurdistanê, Kerkuk, Bexda, Kurdsitana Rojhilat û ya Başûrê Rojava.
Di roja 3an de ya ku bi dîtina gelek ji amadebuyan roja herî girîng bû, babetên rewşenbîrî yên giranbûha hatin pêşkêş kirin. Ev jî ji ber hinde ku xwediyên babetan bi şêwazên edebî xwe nêzîkî helbest û wergerandinên Hejar dikirin. Di herdu rojên pêşî de bêtirî babetên ko hatin pêşkêş kirin li ser rola Hejar a netewî bûn.
Hin ji beşdarbûyan daxwaza wê yekê kirin ku Qurana ku ji aliyê Hejar hatibû wergerandin bo zimanê kurdî, bibe bi kurikyulimek bû wana ayînî (dînî) di xwendegehên Kurdistanê de.
Li êvara roja 3an, Mihemed Mehmûd, wezîrê rewşenbîrî yê herêmê, festîval bi xwandina supasnameyekê ji hemî beşdaran û amadebuyan re bi dawî anî. Mehmûd amaje bi hinde da ku dîtinên cuda cuda festîval têr kir û hêvî kir ku Hewlêra paytext bikaribe bibe cihê pêkanîna festîvalên rewşenbîrî yên serketîtir di ayindê de.
|
|