 |
 |
25.10.2003 - 07:15
 'Bêbûhar'
|
Helbestvan Yûsivê Berazî xelata yazdemîn
Festîvala Helbesta Kurdî li Sûryayê wergirt
QAMIŞLO (amude.com) - Doh li Qamişloyê, yazdemîn Festîvala
Helbesta Kurdî li Sûryayê pêk hat. Helbestvan
Yûsivê Berazî (Bêbûhar) xelata îsal wergirt. Bêtirî
55 helbestvan ji seranserî Başûrê-Rojavayî Kurdistanê
û Sûryayê beşdarî festîvalê bûn.
Piştî ku sala borî du festîval li bajarên Qamişlo
û Efrîn hatin li dar xistin, îsal hemûyan li hev kir
û problêmên sala borî danîn alîkî û
tenê yek festîvala helbestê li dar xistin. Komîteya
festîvalê helbestvan Yûsivê Berazî, yê ku
bi navê Bêbûhar hatiye nas kirin, ji bo wergirtina xelata îsal
helbijart.
Yûsivê Berazî di sala 1931ê de li gundê Circê nêzîkî bajarê Babê li
herêma Helebê ji dayik bûye. Di sala 1954ê de, ew li gel
malbata xwe çûye bajarê Serê Kaniyê. Berazî di sala 1966ê de
du mehan kete zindanê û tê de du helbestên xwe yên
bi nav û deng, ên ku ji aliyê hunermendan Mehmûd Ezîz
Şakir û Mihemed Şêxo hatine gotin, nivîsandin.
Piştî ku Mihemed Şêxo ji Îranê vegeriya
Qamişloyê, helbestvan Bêbûhar 4 helbest dan wî:
Derdan çi ez dil jar kirim, çibkim bi can piştî here jina ciwan,
koçê min bar kir, dabe rabe pismam.
Ta niha, helbestvan Bêbûhar 3 pirtûkên helbestê weşandine:
Zindan, Bang û Raperîn. Ji bilî nivîsandina helbestê, ew
li çend instrûmentên muzîkê dixe û gelek awaz
ji hunermendan Mehmûd Ezîz Şakir, Mihemed Şêxo û
Seîd Gabarî re çê kirine. Herweha stranên wî yên
taybetî jî hene, ku li ser kasêtan tomarkirî ne.
|
 |
 |