13.11.2002
Duyemîn Festîvala Filmên Kurdî li Londonê
LONDON (amude.com) - Ji 15 ta 28ê vê mehê, duyemîn
Festîvala Filmên Kurdî li Londonê li dar dikeve.
Ji ber serkeftina festîvala sala borî, festîvala îsal
du hefteyan didomîne. Di van du hefteyan de dê
bêtirî 27 filmên kurdî an ên li ser
Kurd û Kurdistan ji seranserî cîhanê
bênê pêşkêş kirin,
di nav wan de yên dokumentar û ên kurt.
Ji bilî pêşkêşkirina filman, dê
civînên guftûgoyê bi derhêner, lîstekvan
û amadekarên filman re pêk bên.
Hêjayî gotinê ye ku mijara piraniya filmên
vê festîvalê bobelata Helebçeya şehîd e
ya 17ê adara 1988an.
Bo agahiyên berfirehtir:
www.kurdishfilmfestival.com
|
|