www.amude.com - navenda çanda kurdî


11.09.2003 - 00:33

Li Elmanyayê 11e-mîn Festîvala Çanda Kurdî ya Navnetewî li dar dikeve

DORTMUND (amude.com) - Li jêr dûrişma "Ji bo Demokratkirina Rojhilata Navîn û Kurdistaneke azad", YEK-KOM dê şemiya 13ê vê mehê li bajarê elmanî Gelsenkirchen "11e-mîn Festîvala Çanda Kurdî ya Navnetewî" li dar xîne.

Festîval li Gelsenkirchen, 'Gelsenkirchner Trabrennverein', Nienhausenerstr. 42, li dar dikeve. Destpêka wê seet 12.00e ye.

YEK-KOM (Yekîtiya Komeleyên Kurd li Elmanya), ku weke rêxistineke PKK/KADEK tê nas kirin, di daxuyaniyekê de armanc û hêviyên xwe ji vê festîvalê eşkere kirine. Li jêr, em daxuyaniya YEK-KOMê diweşînin:


11. Festîvala Çanda Kurdî ya Navnetewî

Ji bo Demokratkirina Rojhilatanavîn û Kurdistaneke Azad

Banga tevlêbûna Festîvala Çanda Kurdî ya Nvnetewî 

Weke Kurdên li Ewropa, em dixwazin, vê Festîvala xwe ya navnetewî bikin nîşan bo aştiyê di navbera miletê cîhanê de. Li gel hemû çand ziman û kevnetora wan herwekî ji bo rêzgirtin û hevnasînê bikar bînin.

Piştî şerê ewqas salan û ciwantirîn guhartinên di rojhilatanavîn de, weke kurd pêwistiya me bi demokratî û aştiyê heye, da ku em karibin gundên xwe careke din ava bikin û zevî û daristanên xwe ji nû ve vegerînin ser derba berê.

Lê karê zehmetrîn ewe ku em çawa bikaribin birînên xwe derman bikin; ew birînên ku di dilê Kurd û Tirk an de qemûş girtin e.

Lêborîn û lihevhatin wê tenê di riya demokratî û aştî yê de û di navbera miletê Kurd û Tirk de pêk bê.

Incax emê bi hev û din re bikaribin demokrasiyê pêk bînin.

Em dixwazin weke pirekê ji çand, huner, ziman û dîrok a Kurdî avakin, da ku em çanda xwe ya dewlemend bi çanda netewên cîhanê re bigihînin. Emê bi dilxweşî wê gavê bêrîkirina xwe ji bo aştî û azadiyê bibin serî.

Di dema ku dîroka me weke mînakekê ji êş û kulan tê desnîşankirin, nenaskirina nasnamê û binpêkirina maf ku li ti derê wek wê di nav ti netewî de peyda nabe; ev tişt wê bibe tovek xurt û zagonî ji bo doza aştiyê û tevgera xêrxwaz û birêz di navbera herdu aliyan de.

Naskirina Nasnameya Kurdî, ji bo aştî û demokrasiyê avakirina bingehîn e.

Em doza bidawîkirina newekheviyê dikin. Em aştîxwaz in û doza wekhevî û binavkirina Nasnameya Kurdî dikin.

Em demokratî û azadiyê ji bo rojhilatanavîn dixwazin, daku mirovên wê herêmê azad bikaribin bijîn.

Em bi hêvî ne ku ev festîvala me guhertina li Ewropa jî pêk bîn e. Ji ber ku Tirkiye berendamê Yekîtiya Ewropa ye, gereke Ewropa jî doza demokratîkbûnê li Tirkiyê bike û di riya vê guhertinê de gereke Kurd jî bigihên heman mafên ku Neteweyên di Yekitiya Ewropa de ne.

Emê alîkarbin ji bo naskirina netewa xwe di ewropa de, di dema ku Tirkiye derbasî Yekitiya Ewropa bibe.

Ji bo demokratî û aştiyeke bi bingeh û berdewam, divêbûna binavkirina Nasnameya Kurdî û dayîna mafên rêkxistinî heye.

Em ji Ewropa daxwaz dikin ku Kurdan wek netew nasbike û herwekî Komara Tirkiye jî bixwe di bin bandorê de bihêle û demokratiyê bi hemû wateyên wê pêk bîne.

Ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurdî pêwist e ku Ewropa ji bo demokratî û aştiyê alîkarbe.

Ev armanca me ye û bi vê daxwaza xwe em doza xwe; bi lidarxistina Festîvala çandî dikin ku hûn jî tevli vê karê bin.


YEK-KOM (Yekîtiya Komeleyên Kurd li Elmanya)
www.yekkom.com


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]