www.amude.com - navenda çanda kurdî


08.07.2003 - 17:46

Ferhat Tunç hate girtin


(ferhattunc.net)
Cemîl Oguz - STENBOL (amude.com) - Hunermendê kurd Ferhat Tunç bi îdîaya, ku di Mîhrîcana Bazîdê de ku axaftineke kiriye û alîkariya KADEK'ê kiriye, li Mîlasa Muglayê piştî konserdayînê hat binçav kirin û piştre ew tewqîf kirin. Tunç avêtin girtîgeha Muglayê.

Tunç doh êvarî li navçeya Mîlasê ya Muglayê konser da. Piştî bidawîbûna konsera, ku nêzî 3 hezar mirovî lê guhdarî kirin, polîsên ewlekariya Muglayê Tunç binçav kirin û vê sibehê derxistin pêşberî Dozgeriya Komarê ya Mîlasê.

Ferhat Tunç di mîhrîcana Bazîda Agirî de, ku 22'yê meha 6'an li dar ketibû, li ser biratî û dostainê axivîbû. Di axaftina xwe de, Tunç li ser derxistina efûyê, ku di rojeva Tirkiyeyê de bû, jî xwestibû, ku efûyeke giştî bê derxitin. Piştî vê yekê dozgeriyê bi îdîya, ku "Propagandaya KADEK'ê kiriye", biryara girtina Ferhat Tunç girtibû.

Tunç digel ku navnîşana wî diyar bû jî, heta îro tu dozgerî jê tiştek nepirsîbû û ev biryar dirxistibû. Piştî bûyerê gel li ber dadgeha Mîlasa Muglayê bûyer şermezar kir. Parêzerê Ferhat Tunç jî ji bo betalkirina biryarê û serbestberdana Tunç serî li dozgeriyê da.

Ferhat Tunç, ku di kaset û konserên xwe de bi kurdî û tirkî stranan distre, di kaseta xwe ya dawî de strana Ciwan Haco ya bi navê "Diyarbekir Mala Min e" jî xwendibû



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]