www.amude.com - navenda çanda kurdî


13.06.2003 - 01:43

Kurdên Binxetê li Holendayê federasyonek saz kirin

UTRECHT (amude.com) - Li Holendayê, sê saziyên Kurdên Başûrê-Rojavayî Kurdistanê (Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî - Hoelnda, Navenda Yekîtî ya Medyayê û Komela Narîn bo Çanda Kurdî) federasyoneke bi navê "Federasyona Rêxistinên Kurdên Sûrî li Holenda" damezirandin. Armanca federasyonê "yekbûna hêz, gotin, helwest û xebata Kurdên Binxetê di warê çandî û civakî de".

Federasyonê di daxuyaniya xwe de, ya ku ji amude.com re hatiye şandin, diyar dike ku ew dê bibe cihek bo hemû Kurdên li Holendayê. Herweha ew dixwaze ku dengê Kurdên Başûrê-Rojavayî Kurdistanê, yên ku li Holendayê dijîn, li hemû cihan bike yek û bi navê wan li ser rewş û daxwazên wan biaxife.

  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]