 |
 |
28.06.2003 - 23:53
Ciwanekî kurd li Sûryayê ji ber kurdbûnê nehat xelat kirin

Fayiq El-Yûsif
|
SHB - DORTMUND (amude.com) - Fayiq El-Yûsif ciwanekî kurd e ji Qamişloyê.
Carcaran nivîsên wî bi zimanê erebî di kovar û rojnameyan de
têne weşandin. Hunera nivîsandinê ji bavê xwe yê
helbestvan û nivîskarê navdar Ibrahîm El-Yûsif fêr
bûye. Fayiq li paytexa Sûryayê Şamê beşdarî
pêşbirkeke ciwanan bû û bi ser ket. Ew ê yekê derket.
Lê ji ber kurdbûna wî, ew nehate xelat kirin û yekî Ereb
xelata wî wergirt.
Berî demekê, li Şamê pêşbirkeke amadekirina
malperên internêtê ji bo ciwanan pêk hat. Fayiq jî yek ji
beşdaran bû. Malpera, ku wî amade kiribû, wek baştirîn
malper hate helbijartin. Xelat jî ew bû, ku Fayiq ji 25-29ê vê mehê
bihata şandin Turkministanê ji bo derbaskirina çend rojan li wê derê.
Lê ji ber ku Fayiq kurd e, û bavê wî jî Ibrahîm El-Yûsif e,
ew nivîskarê kurd, ê ku di nivîsên xwe de rêjîma
Sûryayê û siyaseta wê li hemberî Kurdan rexne dike, Fayiq
nehate şandin bo Turkministanê û ne jî ti xelat ji bo xebata xwe
serketî wergirt. Li şûna wî, ciwanekî Ereb berê xwe
da Turkmenistanê û xelata Fayiqê kurd bi dest girt.
Berî 3 rojan, zarokên kurd doza mafên xwe li Şamê kirin.
Wan xwest, ku biçin cem UNICEFê û daxwazên xwe bigihînin wê.
Lê wan nizanîbû, ku hêzên sûrî yên
ewlekarî dê rêya wan qut bikin û wan bi tirs û lêdanê
û girtina mezinên bi wan re bişînin malên wan.
Belê, ev e rewşa zarok û ciwanên kurd li Sûryayê.
Kesên mîna Fayiq pir in. Ew ne yê pêşî ye, ku
bi ser ketiye û ji ber kurdbûnê mêweyên vê
serketinê wernegirtiye. Ew dê ne yê dawî be jî.
|
 |
 |