 |
 |
12.06.2003 - 01:35
Beşar El-Essed: Reform bi baweriyê tên, ne bi krîsan

Beşar El-Essed (afp)
|
SHB - DORTMUND (amude.com) - Rojnameya elmanî "DIE WELT" di 04.06.2003an de
çend beş ji hevpeyvîneke bi serokê Sûryayê
Beşar El-Essed re ku di rojnameya kwêtî "El-Enbaa" de hatibû
belav kirin, weşandibû. Me ji bo xwendevanê kurd
beşê ji vê hevpeyvînê yê derbarî reformên
li Sûryayê wergerand kurdiyê.
Beşar El-Essed:
"Divê reform ji baweriyekê pêk bên, ne ji krîsekê. Serok Hafiz El-Essed hêdî hêdî dest bi avêtina
gavan ji bo reformê kiribû. Berî ku ez bûm serok, ez welatiyeke normal bûm û wiha demokratekî
serbixwe, yê ku ramanên xwe derdibirand.
Di yekem axaftina xwe weke serok de, min nerînên xwe weke welatî û serok pêşkêş kirin.
Lê ji siyasetmedarê xwedî berpisiyarî tê xwestin ku hay ji hemû faktorên di welatê xwe de hebe
û li wan miqatebe, ne tenê li nerînên xwe.
Ger ev faktor û nerînên mirov li hevdû nekin, prosês dê têk biçe. Ev nayê wê wateyê, ku min xwe
guhertibe an ez nema li ser dixebitim ku gotinên xwe bi cih bînim.
Her kes dirame ku nerînên wî yên rast in, û hêvî dike ku ew û helwesta hikûmetê li hev bikin.
Lê ev yek ne tim hesan e."
|
 |
 |