www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nûçeyan rûpela destpêkê

01.04.2003 - 00:45

Antolojiya Helbesta Kurdî Li Sûryiyeyê

Konê Reş - Qamişlo

QAMIŞLO (amude.com) - Di van rojên dawîn de, pirtûkek bi navê "Antolojiya Helbesta Kurdî Li Sûrya" di nav xwendevanan de hatiye belav kirin. Ev pirtûk ji amedekirina helbestvan û rexnevan Mihemed Şêxo ye.
Di vê pirtûkê de, amedekar M. Şêxo xwestiye wêneya helbesta kurdî li tevayî Sûriyeyê ji xwendevanên zimanê kurdî re bide xuya kirin.
Mirov di hundirê pirtûkê de rastî kurtiyek ji jiyan, çend berhem û nerînek rexneyî di hin helbestên 46 helbestvanên kurd ên Sûriyeyê dibe, wek: Seydayê Tîrêj, Keleş, Bêbihar, Palo, Namî, Mele Nûrî, Keça Kurd, Diya Ciwan, Konê Reş, Ferhad Îçmo, Ehmed Huseynî û gelekên din.

M. Şêxo bi hêvî ye ku ev berhema wî bibe gava yekemîn ji bo temamkirina pêvajoya xwe ya rexneyî di warê pêşketin û şirovekirina têkistên helbestî, di gava xwe ya diwemîn de ya ku niha li ser lêkolînê dike.

Hêjayî gotinê ye ku ev pirtûk ji nav weşanên Spîrêz li Dihokê hatiye çap kirin.

Xwendevan dikare pirtûkê di malpera Spîrêzê de bixwîne:
www.spirez.com/26/b26.htm
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]