31.03.2003 - 00:50
Helbestvanê kurd Tengezar koça dawîn kir
ZÜRICH (amude.com) — Çarşema borî, di
nexweşxaniyeke bajarê siwêsrî
Zürichê de, helbestvanê kurd Tengezar (Emîn Şêxo)
piştî nexweşiyeke dirêj koça dawîn kir.
Tengezar 48 sal kirin û li bajarê Zürichê hate veşartin.
Helbestvanê rehmetî sala 1989an ji Parîsê vegeriya bajarê
xwe Qamişloyê, piştî ku salek li wêderê derbas kir.
Berî heyşt salan pişta xwe da Qamişloyê û berê xwe
da Elmaniyayê û ji wêderê çû Siwêsrayê.
Di jiyana xwe de, helbestvan Tengezar du pirtûkên helbestê
weşandin: Kovan û Biyan. Herweha romaneke wî hatiye weşandin
û çend nivîsên wî yên neweşandî hene.
Hêjayî gotinê ye ku rehmetî yek ji endamên "Hevdîtina
Sêşemê ya Çandî" di herêma Cezîrê de bû.
Vê "Hevdîtinê" nûçeya wefata wî belav kir û
wî di civînekê de bi bîr anî.
|
|