www.amude.com - navenda çanda kurdî


04.12.2003 - 12:35


Du sal û nîv zindan ji bo berpirsiyarekî PKK li Elmanyayê


Elî Z. (ap)
HAMBURG (HA/amude.com) - Çar salan piştî êrîşa 23 alîgerên PKK li ser navenda Partiya Sosyaldemokrat a Elmanyayê (SPD) li bajarê Hamburgê, Dadgeha Bilind li Hamburgê berpirsiyarê PKK ê berê Elî Z. (48) ji bo plankirina wê êrîşê tawanbar kir û biryara du sal û nîv zindan ji bo wî da. Di şirovekirina biryarê de, dadmendê berpirsiyar got ku çendîn mirov daxwazên kurdan fêm bike jî, lê her kes divê bizanibe ku li Elmanyayê tawankarî nayên qebûl kirin.

Li gor agahiyên polîsan, Elî Z. ji sala 1998 ta 1999ê berpirsiyariya PKK li herêma 'Bakur-Rojava' li Elmanyayê dikir. Di wê demê de, Z. dagîrkirina navenda Partiya Sosyaldemoqrat (SPD) li bajarê Hamburgê ji aliyê grûpeke kurdan ve organîze kiribû.

Elî Z. di dawiya sala 2002ê de li bajarê Bonnê hatibû girtin û ji wê demê de di zindanê de ye.

Hêjayî gotinê ye, ku di 17.02.1992ê de, 23 alîgerên PKK êrîşî navenda SPD li Hamburê kiribûn û berpirsiyarekî wê xistibûn bin hêza xwe de. Piştî 9 seetan, çalakiya wan bi dawî hat.
PKK li tevaya Elmanyayê bi çalakiyên wiha girtina Ocelan ji aliyê tirkan ve protesto dikirin. Ev çalakî û yên din, mîna xweşewitandinan û blokkirina rêyên otomobîlan, bûn sedema nerîneke nêgatîv ji aliyê miletê elmanî ve li hemberî kurdan.


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]