www.amude.com - navenda çanda kurdî


10.09.2003 - 23:44

Siyasetmedarekî PKK/KADEK li Elmanyayê tê dadgeh kirin


Elî Z. (ap)
DORTMUND/HAMBURG (amude.com/ap) - Ji ber endametiya di rêxistineke krîmînêl de û berpirsiyariya dagîrkirina navenda Partiya Sosyaldemoqrat (SPD) li bajarê Hamburgê li bakurê Elmanyayê berî çar salan, doh li Hamburgê dadgehkirina siyasetmedarê PKK/KADEK Elî Z. dest pê kir.

Li gor agahiyên polîsan, Elî Z. ji sala 1998 ta 1999an berpirsiyariya PKK li herêma 'Bakur-Rojava' li Elmanyayê dikir. Di wê demê de, Z. dagîrkirina navenda Partiya Sosyaldemoqrat (SPD) li bajarê Hamburgê ji aliyê grûpeke Kurdan organîze kiribû, wiha di rapora polîsan de hatiye diyar kirin. Alî Z. bixwe li dadgehê got, ku ew ne gunehkar e û doza serbestberdana xwe kir.

Elî Z. di dawiya sala 2002an de li bajarê Bonnê hate girtin û ji wê demê de di zindanê de ye.

Hêjayî gotinê ye, ku di 17.02.1992an de, 23 alîgerên PKK êrîşî xaniyê SPD li Hamburê kiribûn û berpirsiyarekî wê xistibûn bin hêza xwe de. Piştî 9 seetan, çalakiya wan bi dawî hat.
PKK li tevaya Elmanyayê bi çalakiyên wiha girtina Ocelan ji aliyê Tirkan ve protesto dikirin. Ev çalakî bûn sedema nerîneke nêgatîv ji aliyê miletê elmanî ve li hemberî Kurdan.


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]