16.02.2003 - 21:15
Ekremê Haco Axa koça dawîn kir
QAMIŞLO (amude.com) -
Vê sibehê, li bajarê Tirbesipiyê li Başurê Rojavayî Kurdistanê
Ekremê Haco, kurê Haco Axayê Hevêrkî,
koça dawîn kir û bi beşdarbûna cemawerekî mezin di goristana li gundê Dugirê
li rex bav û birayê xwe hat veşartin.
Rehmetî ji kurên Haco Axa yên biçûk bû. Ew di sala 1927an de li gundê Dugirê hatibû ser rûyê dinyayê, piştî ku bavê wî mişextî
Kurdistana "Binxetê" bû bi dor salekê.
Rehmetî piraniya jiyana xwe li bajarê Hisiça derbas kir. Di van çend salên dawî de mala xwe anîbû
warê bav û kalên xwe Tirbesipiyê da ku li kêleka birayê xwe yê jê mezintir Îbrahîmê Haco rûne.
Rehmetî du caran bûye endam di perlemanê Sûriyê de, carekê di sala 1953an de û carekê di sala 1958an de.
Hêjayî gotinê ye ku ji kurên Haco Axa bi tenê Îbrahîmê Haco, bavê hunermendê kurd Ciwan Haco,
maye sax û li Tirbesipiyê dijî.
Cihê ber xweşkirina ber dilê malbata Haco Axa li mala rehmetî li Tirbesipiyê ye.
|
|