
wêne: S. H. Berko
|
28.01.2003 - 01:30
Ehmedê Huseynî: "Xwezî ez nebûma helbestvan!"
ARNHEM (amude.com) — Li bajarê Arnhemê li Holendayê
û bi beşdarbûna 50 kesî, roja şemiya
25.01.2003an şevek bo helbestvanê kurd Ehmedê Huseynî
pêk hat.
Di destpêkê de, Huseynî çend helbestên xwe
ji pirtûka xwe ya nû "DÎWAN" xwendin. Bi dengekî
xweş û hest in germ Huseynî 3 helbest in dirêj pêşkêşî
guhdarên amadebûyî kirin.
Piştre û di guftûgoyeke germ de, Huseynî li ser
rewşa helbesta kurdî bi taybetî û çandê
bi giştî axift. Herwiha ew bi berfirehî li ser
zimanê kurdî axift û bersiva pirsan da. Li ser helbestê
helbestvan Ehmedê Huseynî got: "Ez bi xwe nizanim helbesta kurdî çi ye.
Ez dikarim bibêjim ku ez hîn nizanim gelo tiştên
ku dinivîsînim helbest in an na."
Di dawiyê de, Huseynî li ser wan sedeman axift ên ku hiştin ku
ew biryarê bistîne ku êdî bes helbestê binivîsîne.
Li ser vê yekê Huseynî got: "Xwezî min helbest nenivîsanda.
Xwezî ez fêrî karekî din bibama û min nedaba
ser rêya helbestê." Wî di axaftina xwe de diyar kir
ku ew poşman e ku bû helbestvan. Rewşa wî ya
taybetî bû sedemê vê poşmaniyê û biryara
rawestandina nivîsandina helbestê.
Lê Huseynî zêde kir û got: "Jiyan di haleteke
helbestî de dikare helbest be. Tu dikarî jiyaneke helbestî bijî
bêyî ku helbestê li ser qaxezê binivîsîne."
Çend dîmenên şevê >>
|
|