 |
 |
27.06.2003 - 23:23
Çalakiyên Kurdên Binxetê yên
protestoyê berdewam dikin
STOCKHOLM (amude.com) - Berpirsê rêxistina Ewropayê ya
Partiya Yekîtiya Demoqrat a Kurd li Sûryayê (PYDKS) Ehmed
Çeto ragihand, ku Hevbendiya Demoqrata Kurd li Sûryayê biryara
çalakiyeke protestoyê standiye, ku dê di demeke nêzîk de
li pêşiya wezareta karûbarên hundir li Şamê
pêk were.
Di semînareke taybetî de di Koçka Qamişlo ya Paltalkê de,
ku hîn berdewam e, Çeto ragihand, ku Hevendî niha amadekeriya
protestoyeke mezin dike, û dê di demeke nêzîk de bi partiyên din
re li ser vê yekê biaxife, da ku bi hevre bi vê yekê rabin.
Di destpêka semînarê de, Çeto behsa giringiya
yekbûna xebata partiyên kurdî li Sûryayê kir. Wî
eşkere kir, ku yekîtiya tevgera kurdî tenê dikare pêk were,
ger partî xîtabên xwe biguherînin, û dev ji xîtaba
"tu bi min re kar nakî, ango tu xerab î" berdin. Çeto
piştrast kir, ku partiyeke bitenê nikare problêmên Kurdan
li Sûryayê çareser bike. Ji ber vê yekê, ew
pêwîst dibîne, ku hemû partî kurdî li hev bikin
û di kongireyeke netewî de li ser xebateke hevbeş biaxifin.
|
 |
 |