www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nûçeyan rûpela destpêkê

12.11.2002

Peyamnerê Kurdistan TV, Ehmed Arif çû ber dilovaniya Xwedê

Hekar Findî - Duhok


Ehmed Arif
DUHOK (amude.com) - Li spêdehiya roja 10.11.2002an û bi egerê lêkdana tirombêlê, peyamnêr Kurdistan Tv yê Duhokê Ehamed Arif çû ber dilovaniya Xwedê.

Ev rûdana ji egerê lêkdana tirombêla Arif digel tirombêleka din a barî ji corê "Tanker" li ser rêya Duhok - Sêmêl çêbû … Yekser Arif û hevjîna wî ( Henar ) a ku digel de bû, canê xwe ji dest dan.

Ehmed Arif sala 1967an li Duhokê ji dayik bûye. Li sala 1986an "Xana Mamostayan" li Duhokê bi dawî aniye. Herwesa, her ji despêka damezirandina KTV Duhok, wek bêjer, pêşkêşker, peyamnêr û berhevker karkiriye. Dîsan her digel destpêka damezirandina kanala KTV a satalaytê jî wek peyamnêr lê karkirye.

Zêdebarî karê xwe yê telefizyonê, li salên 1993-95an li radiyoya "Dengê Kurdistan / Duhok" wek bêjer û berhevker xebitiye. Her wesa li vê dawiyê jî wek nûnerê "Koçka Kurdistan" a internêtê li Duhokê kardikir.

Hêjayî gotinê ye ku Arif roleke berbiçav û karîger di warê ragihandinê de li deverê hebû û şun tiblên wî di diyar û eşkere ne
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]