www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nûçeyan rûpela destpêkê

20.12.2002 - 00:51

Herêmên Efrîn û Kobanê di bin berfê de mane

Emîn Derdî - Heleb

HELEB (amude.com) - Do, piştî baraneke pir xurt bi ser herêma Efrîn û Kobanyê de, berfek xweş barî û serma rojên dawî şikand. Berfê rê girtin, bi taybetî derdora Reco rêyên di nav gundan de hatin girtin.

Li gorî gotinên welatiyên ji Efrînê dihatin Helebê, êlêktrîk li Efrînê hatiye qutkirin û xelk di şevrşiya şevê û ronahiya berfê de mane. Telefon jî hatine birîn.
Li Kobanyê jî piştî baraneke xweş, berf barî û rûyê erdê girt û bi kabikê bilind bû.

Li bajrê Helebê Jî baran di rojê gişî de barî û di êvarê de berfê dest pê kir.

Niha ji berfê ev rê girtî ne:
  • Rêya Heleb - Efrîn
  • Rêya Heleb - Kobanî
  • Rêya Efrîn - Reco
  • Rêya Efrîn - Şiyê
  • Rêya Efrîn - Şeran
  • Rîya Kefer Cenê - Bilbilê - Reco -Şiyê - Cindirêsê
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]